Bakurê Kurdistanê û rewşa hestên netewî – 3

Şeyhmus Ozzengîn

 

Beşa kurdperwer: 

Pir ba û bahoz di ser vê beşa bakurê Kurdistanê re derbas bûne. Ji hêla çand û zimanî de ketîye bin bandora asîmîlasyonê. Lê daxwaz û helwesta kurdewarî di nav vê beşê de zîndî ye.

Daxwazên devletbûnê, agirê serxwebûnê di nav vê beşê de xwedî bingeheke dîrokî ye. Ev 100 sal e bingeha vê beşa kurdperwer, niştimanperwer di berxwedanan de ye. Ji destpêka 1900 û vir de ruhê netewî di nav vê beşê de geş e û bûye bingeh ji dehan serhildanên netewî re. Li ser çand û zimanê kurdî kar û xebatên berhemdanê di nav vê beşê de serete ye. Hewlên li hember asîmîlasyonê wek  vejîneke pîroz di nav vê beşê de dimeşe.

PKKê di destpêka şerê çekdarî de li ser vê beşê xebitîye:

Ji ber ku ev beş li gund û navçeyan dijîya, ji asîmîlasyona dewletê dûr bû û hêza kurdewarî di nav vê beşê de xurt bû. Vê beşê di serhildanên Kurdistanê de ji dijminên xwe pir kişandîye. Di destpêka salên 1984 an û vir de PKKê di nav vê beşê de dest bi xebatê kir. Beşeke mezin piştgirî da PKKê û beşek jî li hember kirin û nerastîyên wê derket. Lê ew nerastî û hewlên balkêş ên PKKê, ev beş kir hedefa dijmin. Dijmin di destpêka 1990 an de bi projeyeke paramilîtêrî êrîş anî ser vê beşê. Tarûmar kir. Bi hezaran hatin kujtin, wundakirin û girtin. Gund û mezra, hatin şewitandin. Derketina çiya, xwedîkirina ajalan hat qexekirin. Di vê bingehê de beşek mezin qetîya. Beşek jê li navçe û bajar, bajarokên Kurdistanê bi cî bû û bûn xîzanên, mahacirên herêmê. Beşek jî koçberî kolanên metropolên kolonyalîstan bûn. Jiyaneke perperîşan û hêvîyeke şikestî, xerîbîyeke dilşewat bû para wan. Heta ku xwe bi serhev de anîn û bûn xwedî cî û kar, 15-20 sal di navberê re derbas bû.

Bi texmînî istatîstîka koçberîya Kurdistanê di vê demê de Ewrûpa jî di nav de bahsa 5-6 milîyonan tê kirin. Di navbera 4-5 hezar gund û mezra hatine şewitandin û vala kirin. Di gund û mezreyên Kurdistanê de jiyan tarûmar bûye di vê demê de. Bandoreke mezin li aborîya Kurdistanê kirîye û ev jî bûye sebebê koçberîyê.

Piştî 15-20 salan ev beş li metropolên Tirkan û Ewrûpayê bi cî bû. Yên ku di metropolên Tirkan de bi cî bûn, Ew û zarokên wan ketin bin bandora asîmîlasyoneke malxerab û bi gelemperî zarokên wan hînî tirkî bûn û piranîyên wan jî kurdî ji bîr kirin. Wek hêzek reaksîyoner li hember dewletê rawestîyan û bûn bingeha siyaseta PKK û HDPê. Helwesta wan hat guhertin. Ev beş îro di metropolên kolonyalîst de piştgirîyeke mezin dide HDPê. Li metropolên kolonyalîst bingeha siyaseta HDPê li ser van dimeşe. HDP bi gelemperî daxwazên vê beşê jî dimeşîne. An jî wan temsîl dike.

Pirsek di vir de derdikeve pêşberî me. Gelo ev koçberkirin, bi destê dewletê wek armancek projekirî bû an na?

Ev mînak pir balkêş e:

"Ez Kurdekî li rojavyê Tirkîyeyê dijîm. Ev qanûn û makezagona ku têt guhertin, wek herkesî min jî eleqeder dike. Ya wê li gor berjewendîyên min be, an wê dij be!  Ji bo ku dîktatorî hîn xurtir nebe, ez ê bêjim na! Pir malbat koçberî nav Tirkan bûne û berjewendîyên me, bazirganîya me, debara me li vir e. Zarokên me li vir dixwînin û bi şûn de vegera welêt jî ne mumkûn e. Ev tê wê rastîyê, ku em ji welatê xwe qetîyan e!"FS. 

Rastîya vê beşa Kurdan ewe ku;  "xwe Kurd" dibînin, lê ew bûne beşek ji civata van dewletên dagirker(!). Bi hest, hewldan û ramanên xwe, wê mesajê didin me ku, "dewlet a wane" jî. Didin nîşan ku "ew di nav  îmkanên vê dewletê de bi cî bûne. Berjewendîyên wan di nav cîgirtina dewletên dagirker de ye û bi hinek guhertinên sîstemê ve, wek bipêşdebirina demokrasî û mafên mirovî, wê hîn bêtir mafên jiyanê ji wan re hêsan bibe"(!) 

Hin di nav vê beşa ku koçberî metropolên kolonyalîstan bûye de û hin di beşa ku li bajar û bajarokên Kurdistan bi cî bûye de, hestên netewî xurt e. Lê ji ber ku ev li bakurê Kurdistanê wek rêxistin nehatîye bi rêk û pêkkirin, perçe perçe û belawela ye: Çimkî siyaset û programeke netewî û sererast, bi rêk û pêk, rêvebirîyeke siyasî, bi bandor derneketîye ber ku xwe bihone. Ev beşa serxwebûnxwaz jî ji HDPê re bûye bingeh.

Di vî warî de jî dudilî heye. Beşek jê di nava xwe de nakok e. Bingeha bîr û bawerîya avakirina dewleteke serbixwe dudilî ye. Hin pirsgirêk û guhertinên dewleta serdest wek pirsgirêkên xwe dinirxîne û ji bo van guhertinan enerjîya xwe xerc dike. Hin jî bi vê ne bawer e. Ev dudilîtî, ji tinebûna rêxistineke xurt a netewî tê. Lê di nav de beşek heye, ku naxwaze ji dewletê biqete û xwe pirsgirêkeke ji a dewletê dibîne. Bi raya min di nava vê beşê de hîn zelalîyek derneketîye holê. Tercîh di nav dudilîtîyê de diçe û tê. Bandora siyaseta PKKê û HDPê di nav vê de berbiçav e. Angajeyî parastina "yekitîya tirkî, bi hev re jiyan û hatina demokrasî"yê bûye.

Beşa din li bajar û bajarokên Kurdistan dijî. Di hestên kurdewarî de xurt e û ruhê netewîbûnê di nav vê beşê de xwedî bingeh e:

Di xewn û xeyalên vê beşê de Kurdistaneke serbixwe heye. Ji ber ku li bakurê Kurdistanê rêxistineke ku wê program bike tineye, hêvîya xwe bi başûrê Kurdistanê û bi dînamîzma wê ve girê daye. Enerjîya xwe ya netewî ji wir digire û dilxwaze ku ev enerjî bêt honandin di seranserê Kurdistanê de. Îhtîmala avakirina dewleteke Kurdistanî li başûr, enerjîyeke mezin dide zîndekirina hestên netewî. Ev beş dikare bibe bingeh ji honadina rêxistineke Kurd û Kurdistanî re.

Şerê "xendeqan" zirarek mezin da vê bingehê û bû hedefa dewletê ku ev beş di bin lingan de bipelçiqe û ji hev tarûmar bibe.

Li Bakurê Kurdistanê ev enerjiya dînamîkên Kurdan ên netewî, ne ji bo bidestxistinên mafê netewa Kurd; ji bo şerê desthilatdarîya dewleta kolonyalîst ê navxwe hat bikaranîn. Ji Nisêbîn, Silopî, Cizîrê, Uludere, Beytûşebab, Varto, Sîlvan heta Lîcê, Hênê û Qulpê bûyerên ku qewimîn  ev bi xwe bûn. Wek ku bi destê dijmin dar têkeve kulmozê û meqes di destê dijmin de her moza ku ji qulê derkeve, serî bêt jêkirin; bingeha provaqasyonan hat avakirin. Ev bajar û bajarokên Kurdistanê ku bi salan e cewherên Kurdperweriyê parastine û hemêza xwe ji tekoşîna rizgariya netewî re vekirine, hatin hilweşandin. Ketin bin metirsîyê û zorê koçberîya ku herin metropolên Kolonyalîstan bûn. Hin şerê nav hêzên iktidara dewleta kolonyalîst li Kurdistanê, li ser axa Kurdan meşîya û hin jî dînamîkên netewî li Kurdistanê zerar dîtin.

Di vî şerê çekdarî de, Kurdistan bû qada şer û bi giştî bingeha kurdperwerîyê bû hedef. Kurdistan hildiweşe. Netewa Kurd koçber dibe û nirxên dewletbûnê zerarên mezin dibînin.

Bi van karesatên PKKê; li bakurê Kurdistanê, serê werîsê tekoşîna rizgarîya Kurdistanê ketiye destê dagirkeran. Gav bi gav ji bo xurtkirina sîstema kolonyalîst û pêşîlêgirtina avakirina dewleta netewî ya Kurd û Kurdistanê, ev enerjî tên bikaranîn. A xeter ew e, ku ev cewhera enerjiya netewî ji rê û edeba netewî û niştimanî derketiye û bi destê tevgereke ku "dijê netewîbûnê" û "dijê dewletbûnê", vê enerjiyê ji bo xurtkirina sîstema kolonyalîst bi kar tîne. Wateya "Xweseriya Demokratîk" di vir de xwedî roleke mezin e li hember tekoşîna rizgarîya netewa Kurd.

Li Bakurê Kurdistanê, roj bi roj ji Kurdan re jiyan zahmettir û astengtir dibe. Hêviya dûdirêjiya tekoşîna netewî dişikîne. Hêvîya avakirina dewletek serbixwe dişikîne. Dînamîkên netewî ji hev perçe perçe dike û dixe bin metirsîyê. Ji bo ku girseyeke pir mezin ji bingeha welat biqete û koçberî metropolên kolonyalîst bibe; ev enerjiya ku bi dînamîkên netewîbûna Kurdan derdikeve holê, wek "çeka hilweşandina nirxên netewî" têt bikaranîn bi destê wê hêza ku enerjiya van dînamîkan di destên xwe de digire.

Ev agahî bi carekê de ji me re eşkere dikin ku; li bakurê Kurdistanê, divêtîya hêzek Kurdperwer û niştimanperwerîyê heye. Eger ev valayî neyê dagirtin, hestên netewî dê derbeyeke mezin hilîne û asîmîlasyon wê pişta netewebûna Kurdan li bakur bişikîne.

22.02.2017