Balafireke şer a artêşa Sûriyê li sînorê parêzgeha Idlib a wî welatî, ku di bin kontrola grûpên çekdar ên opoizsyonê de ye, kete xwarê.
Li Sûriyeyê di nav sînorên “herêma kêmkirina aloziyê ya Îdlibê” de êrîşên esmanî yên Rûsya hikûmeta Sûriyê didomin.
Ji esman û bejayê ve li navçeya Xan Şêxûnê, bajarokê Temaniyeyê, gundên Salihiyye, Kefersecne, Medaya û Ermanayayê, li dorbera bakurê Hemayê li navçeyên Kefer Zita û Latamineyê û gundê Latminê êrîşên hikûmeta Sûriyê berdewam in.
Medyayên ser bi opozisyona Sûriyê ve belav kirine, ku îro Çarşemê balafireke şer a artêşa Sûriyê ku ji bo bombebarankirina deverê li esmanê Idlibê digeriya, ketiye xwarê.