Balafirên şer ên Tirkiyê gundên Kobanî, Sirîn û Bendava Tişrînê bombebaran kir

.

Hate ragihandin ku îro 23yê Çile balafirên şer ên Tirkiyê derdora bajarokê Sirînê, gundên başûrê Kobanê û Bendava Tişrînê cardin bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyên medya Rojavayê Kurdistanê, şerê HSD û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê li herêma derdora Bendava Tişrînê berdewam dike û balafirên şer ên Tirk îro cardin dest bi bombebaranê kirine.

Derbarê ziyanên bombebarana ser Sirîn, gundên başûrê Kobaniyê û Bendava Tişrînê de ti zanyarî nehatin bidestxistin.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'