Balafirên şer êrişî çekdar ên li Dêrezorê kir, 12 kuştî û gelek birîndar hene

.

 Balafirên şer êrişî kom û komikên çekdar ên li Dêrezorê kir, 12 kuştî û gelek birîndar hene.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer şeva borî li Dêrezorê 5 êriş pêk anîne.

SOHRê da zanîn ku di êrişê de 12 kes hatine kuştin û gelek birîndar hene.

Li gorî heman çavkaniyê êrişî Dêrezorê, çoltera rojhilatê Dêrezorê û navçeya Elbû Kemalê ya nêzîkî sînorê Îraqê hatiye kirin.

Heta niha ti aliyî berpirsiyariya êrişê nexistiye stûyê xwe lê carinan Amerîka û Îsraîl li Dêrezorê êrişî komên çekdar ên nêzîkî Îranê dikin.

Li gorî SOHRê, di êrişan de bi taybetî baregehên leşkerî yên li nêzîkî Balafirgeha Dêrezorê hatine hedefgirtin.

Hinek çavkanî jî amaje pê dikin ku baregeha Lîwayên Seyd el-Şuhedayê rastî êrişê hatiye ku komeke çekdar a Îraqî ye.

Îsraîl ji sala 2011an ve li Sûriyeyê gelek caran êrişî komên çekdar ên nêzîkî Îranê dike.

Îsraîl bi piranî li xwe mikur nayê ku wê êriş pêk anîne lê Îranê wekî “dijminê sereke” bi nav dike û dibêje ku ew nahêle Îran li herêma hebûna xurt bike.

Divê were gotin ku Îsraîlê demên dawiyê êrişên xwe yên li Libnanê jî zêde kirine.

Îsraîlê 27ê Îlonê Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah li Beyrûta paytexta Libnanê kuşt.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir