Li gor ragahindina Fermandarîya Tirk, "Di 25ê Nîsana 2017ê saet di 02.00 de operasîyoneke hawayî ku çîyayên Şengalê yên bakurê Iraqê û Çiyayên Qereçox yên Bakurêrojhilatê Sûrîyeyê kirine hedefa xwe, pêkanîne ku li wê faalîyetên rêxistina terorîst û hevkarên wê yên Sûrîyeyê û Iraqê hebûne."
Li gor Çavderîya Mala Sûrêyê ya Mafê Mirovî ku navenda wan li Londonê ye; herî hindik 3 kes mirine.
Li gor rûdawê, Fermandarê Lîwaya Hêzên Pêşmerge li Şingalê Hekar Amêdî ragihandîye, ku gelek çeper û xalên li serê Çiyayê Şingalê hatine bombebarankirin û di encamê de 5 pêşmerge jiyana xwe ji dest dane û 7 pêşmerge jî birîndar bûne.
Fermandariya Giştî ya YPGê li ser mijarê daxuyanî daye û gotîye; "Di berbanga Sêşema 25'ê Nîsana 2017'an de, saet di 02:00 de balafirên şer ê Tirkiyeyê êrîşên berfireh li dijî navenda fermandarîya wan a li çiyayê Qereçox li nêzî bajarê Dêrikê pêk anîne. Li Qereçox navenda ragihandinê, radyo, navenda têkiliyan û hin saziyên leşkerî hebûne. Di encama vê êrîşa xedar de hin şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û hin jî birîndar bûne.”