Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê, çiyayê Metîna li nav sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, di encama bombebaranê de 2 gerîlayên PKKê hatine kuştin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro Sêşemî di daxuyaniyekê de ragihand, balafirên şer ên artêşa wî welatî di çarçoveya operasyona Pence de, binke û baregehên PKKê li çiyayê Metîna li nav sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di encama bombebaranê de 2 gerîlayên PKKê hatine kuştin.