Balafirên Tirkiyê li başûrê Kobanîyê depoyên genim bombebaran kir

.

Çavkaniyên xwecihî ragihandine ku îro 20ê Çile danê êvarê balafirên şer ên Tirkiyê gunderên derdora bajarê Kobaniyê bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyan, balafirên şer ên Tirkiyê bajarê Sirînê û herwiha depoyên genim ên Sirînê yên li Başûrê Kobanê bombebaran kirin.

Hêjayî gotinê ye, piştî hilweşîna rejîma Esed, ji 8ê Kanûna 2024an ve komên çekdarên bi navê Artêşa Niştimaniya Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wan dike, êrîşên ser herêmên jêr kontrola HSDê yên Rojavayê Kurdistanê bênavber didomîn û Tirkiye jî bi alîkariya cebilxaneyan û êrîşên asmanî piştevaniyan dike.  

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'