Balafirên Tirkiyeyê deverên Biradostê bombebaran kirin

.

Balafirên Tirkiyeyê bi granî devera Biradostê ya Hewlêrê bombebaran kirin.

Balefirên Tirkiyê şeva derbasbûyî navçeyên Singan, Gerwezîn, Çiyayê Bolê yên li devera Biradostê bombebaran kirin.

Qaymiqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê ragihand ku balefirên Tirkiyeyê zozanên navçeyê bombebaran kirine.

Bi gotina Îhsan Çelebî lê ew cihên hatine bombebarankirin ji derveyî sînorê di bin desthilata hikumet û Pêşmerge de ye.

Îhsan Çelebî herwiha zanîn ku ti zerera welatiyên wê herêmê çênebûye.

Ji 15 Hezîranê Tirkiye li Zaxo û Amêdiyê êrişên xwe zêde kiriye û li hin devera şer di navbera artêşa Tirkiye û gerîlayên PKKyê de derdikeve.

Ji destpêka sala 2024an heta niha 8 sivîl jî ji ber şer û pevçûnan hatine kuştin.

Ji ber êrişên Tirkiyeyê çend gund hatine valakirin.

Gund tên valakirin

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman ragihand ku ji ber şerê Tirkiye û gerîlayên PKKyê 162 gundên li ser sînor ên Herêma Kurdistanê hatine valakirin.

Li dorûbera çiyayê Metînê jî gelek gund ji ber bombebaran û êrişan hatine valakirin.

Ew gundên hatine valakirin ên li dorûbera Metînê ev in, Mijê, Kevinemejê, Spîndarê, Dêreşê, Gîrgaşê.

Li gorî gotina Kameran Usman ji sedê 80yê zevî û baxên van gundan ji ber şer û pevçûn û bombebaranan şewitîne.

Kameran Usman eşkere kir ku heta niha bi temamî 162 gundên herêmê ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê hatine valakirin û metirsî heye 602 gundên din jî bên valakirin

Bi sedema operasyonê jî heya niha 20 hezar donim erdê çandinî û daristan li Amêdî û Zaxoyê şewitîne.

Rûdaw 

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye