Berpirsên Herêma Kurdistanê û yên Iraqê dan xuyakirin, ji îro ve û li gorî xişteya wezareta veguhestina Iraqê, geştên navdewletî destpê dikin û balafirgeh hatin vekirin.
Wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî got: "Vekirina balafirgehên Herêma Kurdistanê, pêngaveke baş e ji bo çarekirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, em li gel wê yekê ne, ku hemû kêşe bi riya diyalogê û li ser bingeha destûrê bên çareserkirin".
Derbarê guherînên di rêvebirên balafirgehan de, wezîrê navxwe yê Iraqê got: "Rêvebirên baafirgehan nayên guhertin".