Gengeşiyên li ser gorîna balansa (parsenga) siyasî, li herêma Rojhelata Navîn, berfireh dibin.
Serdanên rêveber û siyasetvanên dewletên herêmê, carina bi yekalî, carina li beramberê hev rû didin, ango çûn û hatinên dîplomatîk di asta herî bilind da bale dikşînin.
Bernameyên piranîya van pêywendiyên dîlomatîk berê nehatine danîn, ji nişkava encam didin.
Li herêmê ji êvarî heta sibê rojev têt guhertin, wekî derbeya serbazî li Tirkîyê û herweha êrişên rejîmê li ser Hesekê…..
Dîsa, serdana serokkomarê Tirkîyê R. Tayyip Erdogan bona Federasyona Rusya’yê (FR), serdanên wezîrê karêdervayê Komara Îslamîya Îran’ê, beramberê vê serdanê, serdana wezîrê karêdervayê Tirkîyê bona Îran’ê, serdana serokê parlementa Îraq’ê Selim Cibûrî bona Tirkîyê, bernameya R. Tayyip Erdogan ku dê serdana Îran’ê bike û serdana serokê herêma Kurdistan’ê Mesut Barzanî bona Tirkiyê û paşê Ewrupa û herweha, bernameya wî ya serdana Îran’ê.
Herweha, “di asta nizm da” pêywendiyên di navbera Suriyê û Turkiyê da…
Giringîya gengeşiyên derbarê parsenga siyasîya herêmê da, taybetî piştê serdana serokkomarê Tirkîyê R. Tayyip Erdogan ya Federasyona Rusya’yê derket pêş.
Piştê daxistina firoka şer ya Rusya’yê yekem car R. Tayyip Erdogan serdana Rusya’yê dike, serdana ku serokê Rusya’yê di salona hevdîtinê da pêşwazîya Erdogan kiribû, beşik mijara Suriyê û rojavayê Kurdistan’ê sereke bûn.
Weha dixuye, ku Tirkîyê dê di nav çarçoweya siyaseta Rusya’yê ya Suriyê da bimîne, dibetiyek din jî heye ku bi mebesta “geşbûna peywendiyên Tirkîyê û Suriyê” Rusya dê rolekê bilîze!
Peywendiyên di navbera FR, Tirkîyê û Îranê da, bi bawerîya min heta Dewletên Yekbûyî Amerîka bi hêza xwe li herêmê ye, bi giştî li ser herêmê û taybetî li ser mijara Kurd û Kurdistan’ê bi qasî ku ew dewlet hêvî dikin dê karîger nebin.
Di van peywendiyê dîplomatîk da rewşa başûr û rojavayê Kurdistan’ê cîhekî girîng digrin.
Weha dixuye, ku alozîya Iraq û Suriyê, herweha bigiştî serketinên siyasî û serbazîya Kurdan, rapirsîna başûrê Kurdistan’ê û têkoşîna li dijî DAİŞê lezê dide çûn û hatinên dîplomatîk.
Eger weha here, heta selekê piştê DAİŞê û el Nusrayê dê bişkê û alozîya Iraq û Suriyê dê bikeve pêvejoyekî siyasî û çareserîyê.
Him li Iraq’ê û him li Suriyê DAİŞ, el Nusra û piştevanên vana asteng in, li ber çareserîyek siyasî.
Li Iraqê rizgarîya Musil’ê û li Suriyê tixûbî 95 km di navbera Cerablus û Ezazê da girîng e, bona têkoşîna li dijî teröre û destpêkirina pêvejoyekî siyasî.
Ev xet bona DAİŞê wekî ava jîyanê ye, piranîya logîstîka xwe li ser vê xetê ra dabîn dike.
Ango, eger ev 95 km li ser DAİŞê bêt birîn, rê li ber terorîstên ku ji welatên din tên bêt girtin, herweha derfetên logistîkî bên asteng kirin, umre DAİŞê dirêj najo.
Roja ku DAİŞ têk çû weha zanibin, ku pêvejoya siyasî dê destpê bike, ji ber ku îro mifte di deste Federasyona Rusya’yê da ye, bi têkçûna DAİŞ û el Nusra’yê dê li ser rejîmê karîgerbe ku çareseyek siyasî bêt dîtin.
Encax, rewş aloz e, ji ber ku Tirkîyê têkilî şere Cerablus’ê dibe, lojîstîka hinek grupên ku wekî AAS tên naskirin dike, di nav tixûbê xwe da bona grupên çekdar serbazgeh vekirîye.
Tirkîyê karekî xelet dike, mebesta wê sernektina YPG ye, bona Tirkîyê bes bila Kurd nebin xwedîyê mafên xwe, nebin hêz li herêmê, li encamên vê siyaseta dijminahî nafikir e, heçku bedelên her xeletiyê dê hebe û ewê li Tirkîyê vegere.
Bêşik, di nav vê hercümerce da, ev çûn û hatin me kurdan pêywendîdar dike, divê li ser rêya rast neşehîtin, ji ber ku li herêmê Kurd aktorekî sereke ne, di têkoşîna li dijî DAİŞê da û li ser encamên wê dîyarker in.
Li vira em divê hêvî bikin, ku siyasetvan û rêveberên Kurdan haj rewş û rola xwe hebin û ne ji xeta rewa derkevin û ne jî, ji daxwazên neteweyî tawîz bidin, lê yekrêzîya xwe pêk bînin, îro rewş ji her demê bêhtir guncan e, bona bilindkirina mafên neteweyî
Bêguman, bi serdana serok Barzanî ya Enqerê û heta Ewrupa, paşê serdana Îran’ê di nav vana gengeşîyan da cîhekî girîng digre, weha dixuye ku du mijarên serekê yên serok Barzanî hene, serxwebûna Kurdistan’ê û carek din destpêkirin “pêvejoya çareseriyê”.
Gellek derdoran bang li serok Barzanî kirin, ku ew bona destpêkirina “pêvejoya çareseriyê” rola xwe bilîze, şer û pevçûnên li bakurê Kurdistan’ê bên rawestandin.
Ji ber derbeya serbazî deste hikûmeta Tirkîyê jî ne wekî bere bihêz e, arteş di nav qeyranekê da ye û rewşa aborî nebaş e, herweha serketinên başûr û rojavayê Kurdistan’ê jî lê ferz dike ku Tirkîyê kulikê xwe dayne berxwe û li ser bifikir e.
Bawerim serok Barzanî dê hay ji rewşa siyasî, serbazî û aborî ya Tirkîyê hebe.
24.08.2016/Dusseldorf