Navenda Nûçeyan - Li gor K24ê, îro 28.04.2020ê danê sibê balefirekî bê balefirvan a Tirkîye xaleke Hêzên Ewlekarîya Navxweyî (asayiş) li Kobanê bi du bombeyan armanc kir.
Li gor heman çavkanîyê piştî bûyerê, hêzeke Rûsî ew navçe dorpêç kir û got ku ewê lêkolînê derbarê vê bombebaranê de bikin û piştre zanyarîyan bidin ragihandinê.
Herwaha hat ragehandin, du bombe li pêşîya xala asayişê ketin û zîyan gihîştîye otombîlekê.