Balyoza Amerîkayê, pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê nirxand

.

Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand ku ew kêfxweş e ku li Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistanê civiyaye.

Alina Romanowski di peyama xwe de ragihand ku dê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bihêz berdewam bikin û got ku

“Ez kêfxweş im ku vegeriyam Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyam. Li ser mijara rêkeftina li ser budceya giştî û mijarên din ên li ser petrol û gazê, ez hevahengiyên navbera Bexda û Hewlêrê han didim ku dibe piştevan ji bo seqamgîrî û asayîşa Iraqê. Pêwendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê jî dê bihêz bimînin.”

Kurdistan Haberleri

‘Di siyaseta kurd de yekîtî û alternatîfeke nû’ ku ji alîyê Destpêka Nû ve ‘bi armanca tijî kirina valahiya siyaseta Kurd’ komxe
Malbateke Helebceyî piştî 29 salan gihîşt hev: ‘Ez bi tenê mam!’
ENKSê li Qamişlo “Yekrêzî û Şanda Kurdî bo Şamê” di simînarekê de guftûgo kir
Thomas Barrack û Ehmed Şer li Stenbolê li hev civiyan
Fransa û Siûdî ji bo çareseriya du dewletî dest bi amadekariyan kirin