Balyozê Amerîka: Em ji ber tevgera Tirkiyê ya li Iraqê bifikar in

.

Balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew Tueller dibêje ew hêvî dikin ku Enqere bi rengê ku Washington baş dibîne Tirkiye miamele ligel PKKê bike û rê bide Bexdayê ku bi xwe bi partiyê re mijûl bibe. Tuller herwiha dibêje ku tevgera Tirkiyê ya li Iraqê dijî PKKê wan dixe nava fikaran ku hikûmeta wî welatî lawaz dike.

Balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew Tueller ligel Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino û tîma konsulxaneyê îro Sêşemê 10ê Tebaxa 2021ê  nêzîkî yek demjimêrê  bersiva  pirsên çar dezgehên ragihandinê ku Rûdaw jî di nav wan de bû da.

Matthew Tuller di axaftina xwe de got ku PKK "rêxistinek terorîst" e û bi hin milîsên Şîe yên neyasayî re  di nav têkiliyê de ye û li hin deveran jî mil bi mil hevkariyê ligel wan milîsan dike.

Tuller dibêje ji ber tevgera Tirkiyê dijî PKKê li Iraqê ew dikevin nava fikaran, ji ber ku di paşerojê dûr de ev hêzên Iraqê lawaz dike û got: “Ez hêvî dikim ku bi demê re Tirkiye jî heman nêzîkatiya ku em dikin bike. Ji ber ku bi rastî berjewendiya me ew e ku dewleta Iraqê karibe li wan dewerên ku PKK  heye bihêz bibe û vê gefê jinav bibe.”

Balyozê Amerîka yê Iraqê herwiha diyar kir ku ligel fikarên Bexdayê dîsa jî Enqere rêxistina PKKê li Herêma Kurdistanê û bajarên Şengal û Maxmur dike armanc.

Tuller herwiha got: "Peyama me wek hevalbendek Iraqê ew e ku em ji hemû hevkarên xwe re bêjin, ji kerema xwe re rêyekê bibînin ku bi diyaloga siyasî nakokiyan çareser bikin û bê guman her hewlek bo geşkirina tundûtûjîyê dê bibe sedema kêmbûna baweriyê."

Derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê de jî Tuler got di vê demê de ti planên Amerîkayê nîne ku hêzên xwe ji baregeha Harîrê vekişîne.

Tekîldarî grûpa çekdarên Şîeyan de jî amaje bi wê yekê kir ku Washington  hewl dide berevaniya xwe bike, lê ew naxwazin ew hewl bibin sedema lawazbûna Iraqê.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir