Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller û Mîrê Êzidiyan derbarê çend pirsên taybet bi wê pêkhateya olî civiyan û Washingtonê piştevaniya xwe ji bo Êziyan tekez kir.
Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller li gel Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Beg û serkirdeyê ruhî ya Êzidiyan Babe Şêx Elî Ilyas civiya.
Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê diyar kir, Balyozê Amerîka û Mîrê Êzidiyan, derbarê pirsgirêkên ku rûbirûyî civak Êzidiyan li Iraqê dibin guftûgo kirin.
Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê destnîşan kir jî, Amerîka pabend e bi piştevaniya civaka Êzidiyan û pêkhateyên olî û etnîkî yên din li Herêma Kurdistanê û Iraqê.