Balyozê Berê yê Amerîkayê yê Îraqê Douglas Silliman di hevpeyvînekê de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê, got "Hin aliyên navxweyî yên Îraqê û aliyên navdewletî jî hene ku hewl didin Herêma Kurdistanê û otonomiya wê qels bikin."
Douglas Silliman çareseriya wê jî di wê yekê de dibîne ku "Divê serkirdayetiya Herêma Kurdistanê pir ji nêz ve li gel aliyên Bexdayê di pêwendiyê de bimîne ji bo ku piştevaniyê ji xwe re kom bike, herwisa daku ji wan hêzan jî fêm bikin ku xuya ye hewl didin Herêma Kurdistanê qels bikin."
Balyozê Berê yê Amerîka yê Îraqê, êvara 14ê Îlona 2023yan, gava beşdarî bultena Rûdawê ya demjimêr 17ê bû, di bersiva pirsên Bêjera Rûdawê Sîma Abxêz de, got ku bi baweriya wî "komeke bihêz a neteweperistên şîe yên Îraqê" heye ku "dixwaze pêkhateyên kêmîne û Herêma Kurdistanê bikevin jêr serdestiya Bexdayê."
Douglas Sillimanê ku li navbera sala 2016 heta 2019an balyozê Amerîkayê yê Îraqê bû û niha serokê Enstîtuya Welatên Erebî yên Kendavê yê Washingtonê ye, di bersiva pirseke Rûdawê de li ser serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ya Bexdayê, dabaşa nameyeke Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Douglas Silliman di bersiva pirseke din a li ser eynî nameyê got, "Min bi xwe name bi tevahî nedîtiye lê min raporên medyayê yên li ser wê dîtine. Wekî ku min got, kakila nameya ku kekê Mesrûr ji Serok Biden re şandiye, ew e ku xwerêveberiya Kurdistanê di metirsiyê de ye û hin hêz li Bexda, Îran û derên din hene ku dibe ku bixwazin Herêma Kurdistanê qels bikin. Li gorî min, ev peyamek e ku Serok Biden têdigihe û girîngiyê pê dide."
Balyozê Berê yê Amerîka yê Îraqê Douglas Silliman bersivên pêşkêşkara Rûdawê
Sîma Abxizirê bersivandin:
Rûdaw: Van rojan, serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê wî bi hev re çûn Bexdayê. Gelo dema ku Amerîka serokwezîr û cîgirê wî bi hev re dibîne, piştgiriya Herêma Kurdistanê baştir dike?
Douglas Silliman: Ev pirseke baş e. Niha pirsgirêka sereke ev e. Weke ku Serokwezîr Kek Mesrûr Barzanî hefteya borî di nameya xwe de ji Washingtonê re behs kiribû, otonomiya Herêma Kurdistanê di siyaseta Îraqê de di bin gefê de ye.
Xuya ye ku hin aliyên navxweyî yên Îraqê û aliyên navdewletî jî hene ku hewl didin Herêma Kurdistanê û otonomiya wê qels bikin. Loma bi baweriya min, divê serkirdayetiya Herêma Kurdistanê pir ji nêz ve li gel aliyên Bexdayê di pêwendiyê de bimîne daku piştevaniyê ji xwe re kom bike.
Herwisa da ku ji wan hêzan jî fêm bikin ku wer dixuye hewl didin Herêma Kurdistanê qels bikin. Herwiha dê ramaneke baş be ger serkirdayetiya Herêma Kurdistanê li gel dostên Herêma Kurdistanê di pêwendiyê de bimîne.
Rûdaw: Aliyên ku dixwazin Herêma Kurdistanê qels bikin, kî ne?
Douglas Silliman: Bi baweriya min, çend alî li çend cihên cuda hene. Di nava Îraqê de, bi nêrîna min, komeke xurt a Şîeyên neteweperist ên Îraqê hene ku di wê baweriyê de ne ku divê Îraq bi awayekî zal ji hêla Şîeyan ve were birêvebirin û pêwîst ev pêkhateyên din ên Îraqê jî di wê çarçoveyê de bixebitin.
Ew dixwazin kêmnetewe û Herêma Kurdistanê bikevin bin serdestiya Bexdayê. Herwisa, li gorî min, heta radeyekê xwestekeke Îranê jî ya wiha heye. Pêwendiyên Îranê yên berhemdar û kevnar li gel aliyên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê hebûn lê bi gelemperî, wekî ku me di dema êrişên leşkerî yên Îranê de li ser Kurdên opozisyona Îranê ku li Herêma Kurdistanê dijîn, dît. Îran dixwaze piştrast be ku Herêma Kurdistanê tiştekî nake ku ziyanê bigihîne berjewendiyên Îranê, di nav de jî dabînkirina sitargeheke aram ji bo dijberên rejîma Tehranê.
Rûdaw: 13ê Îlonê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dayîna zanyariyan bo hikûmeta Îraqê de gelekî zelal bû lê Bexda bi awayekî federal tevnagere. Gelo merema Amerîkayê hîn jî aramiya sîstema federal li Herêma Kurdistanê ye?
Douglas Silliman: Aramiya Kurdistanê ji bo Amerîkayê pir girîng e. Ya rast, ev vedigere qonaxa piştî sala 2003yan lê bi rastî jî vedigere berî hilweşandina Sedam Hisên û destwerdana leşkerî ya Amerîkayê ku bû sedema têkbirina wî.
Ji bo me, Herêma Kurdistanê dost bû, Herêma Kurdistanê piştevan bû. Me tevan wekî Amerîkî derfetên bazirganiyê li Herêma Kurdistanê dît, me peymanên baştir û biqezenctir û jîngeheke bazirganî ya pir çêtir li Herêma Kurdistanê dît.
Aramiya Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Îraqê bi giştî û deverê jî girîng e, ev ji bo birêveberiya Washingtonê jî zehf girîng e. Bi dîtina min, kêşe ew e ku serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ti carî ew hêzên ku di destûra Îraqê de bi Herêma Kurdistanê hatine dayîn weke herêm û Kurd jî wekî gel, bi kar neanîne.
Bi dehan sal e ku di navbera deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê û herwisa di navbera aliyên wê yên cuda cuda de nakokî hene. Carinan jî wan Bexda bi kar anî da ku xwe li ser aliyekî Kurdî yê din xurt bikin. Loma, bi baweriya min, dibe ku baştirîn stratejî ji bo Herêma Kurdistanê ew be ku bi dengekî yekgirtî bi Bexdayê re biaxive.
Ger Kek Nêçîrvan an Kek Mesrûr biçin Bexdayê, girîng e ku heman peyama wan hebe, herwisa serkirdeyên din ên Kurd jî li Bexdayê, pêwîst e peyamên wiha bi wan re hebin ku ji nêz ve hevahengî li ser wan hatibe kirin ji bo ku bidin hikûmeta Bexdayê.
Rûdaw: Her dema Herêma Kurdistanê hest bike ku mafên wê li Bexdayê nayên parastin, çavê wê li alîkariya Amerîkayê ye. Gelo rast e ev bendewariyên wê ji Amerîkayê hebin?
Douglas Silliman: Bi baweriya min, ev girêdayî wê yekê ye ka merema te ji mafan çi ye. Bêguman Amerîka dixwaze cîbicîkirina wan beşên destûra Îraqê bibîne ku piştevaniya otonomiya Herêma Kurdistanê û têkiliyên baş di navbera hikûmeta Hewlêrê û hikûmeta Bexdayê de dikin.
Bêguman, gava ez li Bexdayê bûm, min zûzûka serdana Hewlêr û Silêmaniyê dikir. Min pir hewl dida hevahengiyê li ser yasayên ku di destûra Îraqê de hene, çêbikim. Bi baweriya min, ger kurdên Îraqê bawer bikin ku Amerîka di berjewendiya Herêma Kurdistanê de, dê destwerdana leşkerî li dijî Bexdayê bike, pir dûr e ku ev yek pêk were lê Amerîka demeke dirêj e alîkariya leşkerî pêşkêşî Pêşmergeyan kiriye.
Ez eşkere dibêjim, em wekî hikûmetê, beşeke berçav ji mûçeyên Pêşmergeyên lîwayên hevbeş didin. Pirsgirêka dubendiya berdewam di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de, bûye sedem ku tenê çend beşên Pêşmerge herin bin sîwana van lîwayên hevbeş, herwisa beşên din ên Kurdistanê Pêşmergeyên serbixwe yên taybet bi xwe hene ku hevahengiya wan bi van lîwayên yekgirtî yan beşên din ên Kurdistanê re nîne.
Loma, tew ji aliyê ewlehiyê ve jî, dubendiya di nav serkirdatiya Herêma Kurdistanê de, bûye sedem ku pêkanîna eniyeke yekgirtî li ser mijarên ewlehiyê pir zehmettir be ji bo gotûbêjkirina pirsên ewlehiyê di dema axaftina li gel Wezareta Navxwe ya Îraqê, Wezareta Parastinê ya Îraqê, Heşda Şeibî yan yekîneyên nîvleşkerî yên din.
Amerîka jî dê berdewam bike ku piştigiriyê bide Pêşmergeyan. Pêşmerge hêzeke destûrî ye, lê dîsa bi baweriya min divê hevahengî di navbera serkirdeyên Herêma Kurdistana Îraqê de hebe ku van çavkaniyan bi awayekî guncav û bibandor bi kar bînin.
Rûdaw: Li gorî tiştê ku di raporeke el-Monitorê de hatiye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nameyek ji Joe Biden re şandiye, çi zanyariyên we li ser vê nameyê hene?
Douglas Silliman: Belê, min bi xwe name bi tevahî nedîtiye lê min raporên medyayê yên li ser wê dîtine. Wekî min got, kakila nameya ku kekê Mesrûr ji Serok Biden re şandiye, ew e ku xwerêveberiya Kurdistanê di metirsiyê de ye û hin hêz li Bexda, Îran û deverên din hene ku dibe ku bixwazin Herêma Kurdistanê qels bikin.
Bi dîtina min, ev peyamek e ku Serok Biden têdigihê û giringiyê pê dide lê ez dîsa dibêjim, her çend gelek Kurd li vê yekê mikur nayên jî lê Washington dê berdewam be ku Herêma Kurdistanê wekî beşeke ji Îraqê bibîne.
Em dê berdewam bin ku ji bo geşepêdana aborî ya Herêma Kurdistanê piştgiriyê bidin. Herwisa wekî min got, em dê berdewam bin li ser piştgirîkirina lîwayên hevbeş ên Pêşmergeyan û em dê hewl bidin ku alîkariya serkirdayetiya Herêma Kurdistanê bikin ku peyamên wan ên baştir û hemahengtir li gel Bexdayê hebin lê hewce dike ku ev kar ji aliyê serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê ve were kirin.
Amerîka nikare li ser Bexdayê ferz bike çi li hember Herêma Kurdistanê bike lê em zehf piştevaniya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser dahata petrolê dikin, li ser pereyên ku Bexda wekî mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dişîne, li ser hevahengiya di navbera hêzên ewlehiyê de. Ango Amerîka ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Rûdaw: Lê Amerîka ji sala 2005an ve, ji bo parastina sîstema federal a Îraq û Herêma Kurdistanê garantor bû. Gelo hîn jî wekî garantor rolê dilîze? Dikare vê pergalê biparêze?
Douglas Silliman: Bersiva eşkere ew e ku tiştê tê gotin, ji mezinkirina bêtixûb a erkê Amerîkayê pêk tê. Ti peymaneke me bi Îraqê yan Kurdistana Îraqê re ji bo parastina sîstemê di warê leşkerî de nîne.
Ev tişt bi hevalbendên me yên din ên deverê re jî nîne, ne Erebistana Siûdî, ne Îsraîl û ne jî Îmarat. Ji bilî welatên ku endanmên NATOyê ne, pêwendiyên me yên wiha bi tu welatî re nînin.
Loma, divê Kurdên Îraqê çaverê nebin ku Amerîka bi awayekî yekalî di hana Kurdistanê were. Em li gel Hewlêrê dixebitin. Em li gel Silêmaniyê dixebitin. Em bi Bexdayê re dixebitin û hewl didin gotûbêjan asan bikin û bibin hander ji bo rêkeftineke baştir ji bo Kurdistanê lê li ser Hikûmeta Kurdistanê jî dimîne ku piştrast be ku bi niyeteke pak tevbigere.
Herwiha li ser hikûmeta Bexdayê jî dimîne ku ew jî piştrast be ku bi niyeteke pak tevbigere, ev xasma li Bexdayê tiştekî zehmet e çimkî gelek aliyên cuda cuda di hikûmeta Îraqê û siyaseta Îraqê de hene ku pêwendiyên wan ên cuda cuda bi Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya Kurdistanê re hene.
Em dê hewldanên xwe ji bo hêsankirina gotûbêjan bidomînin da ku em piştrast bibin ku ev aloziya ku di pêwendiyan de heye, herwiha tawanbarkirina her du aliyan dijî hev, dê were çareserkirin.
Amerîka nikare tu çareseriyekê li ser Hewlêrê yan Bexdayê ferz bike.