Balyozê Rûsyayê: Karesateke mezin hatiye serê gelê Kurd

.

Balyozê Rûsyayê yê li Bexdayê Elbrus Kutraşev ragihand, derbarê guherandina demografiya Efrînê de agahiyên xirab digihîjin wan û diyar kir, “Efrîn niha di bin dagirkariyê de ye.”

Elbrus Kutraşev roja Sêşembê 1ê Mijdarê derbarê rewşa Efrînê de bersiva pirsên nûçegihana Rûdawê Helebce Sadûn da. Kutraşev diyar kir, ew agahdarî wan zanyarî û nûçeyan in ku derbarê rewşa Efrînê de belav dibin û got, “Em derbarê guhertina demografiya ku li ser navçeyê hatiye ferzkirin, nûçeyên xirab dibihîsin.”

Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Efrîn weke herêmeke “dagirkirî” bi nav kir û got, “derbarê rewşa Efrînê de em di wê baweriyê de ne ku karesateke mezin e bo gelê Kurd, çimku Efrîn kantona herî mezin a Kurdî bû li Sûriyê û niha di bin dagirkariyê de ye.”

Derbarê kontrolkirina Efrînê ji aliyê hêzên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ve û metirsiya şerekî din li wê herêma Rojavayê Kurdistanê de jî Balyozê Rûsyayê yê li Bexdayê ji Rûdawê re got, “Em niha li ser wan navçeyan diaxivin ku li derveyî hegemoniya Rûsyayê ne, ew navçe di bin kontrola Tirkiyê de ye û bi rastî divê ew pirs ji wan were pirsîn. Em weke Rûsyayê, Heyet Tehrîr el-Şam ku berê Cebhet el-Nusre bû û DAIŞê wek rêxistinên terorîstî dibînin ku divê li gor rewatiya navdewletî û bi rêyeke guncaw dawî li wan were anîn.”

Di destpêka sala 2018an de Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûrî ya nêzîk Tirkiyê êrîşî Efrînê kirin û dagir kirin. Meha bihorî jî Heyet Tehrîr el-Şam êrîşî Efrînê kir û di 13ê Cotmehê de hêzên wê derbasî nav bajarê Efrînê bûn û bajar û beşek ji herêma Efrînê kontrol kirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, tenê du salan piştî ketina Tirkiyê bo Efrînê, hejmara kurdên wî bajarî ji sedî 60 kêm bûye.

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, piştî dagirkirina Efrînê zêdetirî 150,000 Kurd ji wê herêmê koçber bûne, ku piraniya wan li kampên li herêma Şehbayê û nêzîk bajarê Til Rifetê ku dikeve bakurê Helebê hatine bicihkirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Em ji tûndûtujiya li hember jinê re dibêjin na!
Komisyonê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Geir Pedersen: Pir Girîng e Sûrîyê Nekeve Nav Şer
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê em soz didin jinên Kurdistanê
Partiya Newrozê hat damezrandin