Di mesajê de hat gotin ku di dema rejîma Sedam Husên de, di 16ê Adara 1988an de bi çekên kimyewî zêdetirî 5 hezar sivîl hatin kuştin û ji 10 hezaran jî zêdetir hatin birîndarkirin.
Di mesajê de hat ragihandin ku di salvegera Helebçê de balyozxaneya Amerîkayê ji bo hemû Iraqî û bi taybetî jî xelkê Kurdistanê rojekê, heznê digire û wiha berdewam kir:
“Em dixwazin yên hatine kuştin û birîndarkirin bînin bîra hemû dinyayê. Em sersaxiya merivên kesên kuştî dikin.”
Ji xeynî vê jî hat gotin ku Amerîka careke din soz dide, ji bo ku careke din li ser vê axa ku gelek komên etnîkî û olî dijîn tiştên wiha çênebin û hemî gelên Iraqê wê bi aramî û bi rengekî demokratîk bijîn.