Serkonsolxaneya Amerîka ya Stenbol, Balyozxaneya Birîtanyayê ya li Enqerê, hikûmeta Avusturya û Wezareta Karên Derve ya Swêdê piştî êrîşa li dijî kluba Reinayê ya li Ortakoyê hişyariya Tirkiyê dan welatiyên xwe; ji xwe haydar bin û ji cihên qerebelax û herêma êrîşê dûr bisekinin.
Balyozxaneya Birîtanyayê ya li Enqerê ji welatiyên xwe xwest ku ew neçin ser sînorê Sûriyê, bajarê Hatayê û bajarên Kurdistana bakur yên Amedê, Şirnex, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Kilîs, Sêrt, Dêrsim û Colemêrgê.