Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê ji aliyê alîgirên Rêberê Tevgera Sedirê hat şewitandin

.

Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê ji aliyê alîgirên Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir hat şewitandin.

Wezareta Derve ya Swêdê îro bi daxuyaniyekê diyar kir, “Êrîşa li ser Balyozxaneya me ya li Bexdayê hate kirin û Iraq berpirs e ji parastina nûner û karmendên me yên dîplomatîk.”

Wezareta Derve Swêdê da zanîn, “Ev kiryar, binpêkirina Peymana Viyanayê ya ya taybet bi nûnerên dîplomasî ye.”

Herwiha eşkere kir, “Karmend û nûnerên me yên dîplomatîk li Bexdayê sax in û bo cihekî ewle hatine veguhestin.”

Wezareta Derve ya Iraqê jî bi tundî êrişa ser Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê şermezar kir û ew wek êrîşa li ser karê dîplomasiyê bi nav kir.

Wezareta Derve ya Iraqê herwiha ji bo lêkolînkirina bûyerê û desteserkirina kiryaran, ferman da aliyên pêwendîdar.

Ev yek piştî Medyaya Swêdê ragihand ku penaberê Iraqî Selwan Momîka, plan dike îro pêncşemê çapeke din Qurana pîroz û ala Iraqê li ber Balyozxaneya Iraqê li Stockholmê bişewitîne tê.

Penaberê Iraqî yê bi navê Selwan Momîka roja 28ê Hezîranê li Stockholma Swêdê Qurana pîroz şewitandibû û alîgirên Sedirê avêtin ser Balyozxaneya Swêdê li Bexdayê.

Ev kiryar jî karvedanên tund li ser asta navdewletî û navxweyî û hin Swêdî jî pişt xwe anî.

Kurdistan Haberleri

2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye
Metran Beşar Werde: Beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya li Romayê şanazî ye ji bo Xiristiyanên Kurdistanê