Banga Louis Sako: Divê Xirîstiyan bi rengekî çalak beşdarî serjimartinê bibin

.

Serokê Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Tevî ku Hikûmeta Îraqê li ser piroseya serhejmêriyê piştrastî daye Herêma Kurdistanê, lê em nikarin bibêjin ku metirsî nemane.”

Serokê Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê Rêbwar Hadî îro (Yekşem, 17.11.2024) ji K24ê re got, “Serhejmêriyê giringiyeke zêde  ji bo Herêma Kurdistanê heye, pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de li dû rêjeya şêniyan yekalî dike.”

Rêbwar Hadî herwesa ragehand, “Tevî ku Hikûmeta Îraqê li ser wê piroseyê piştrastî daye Herêma Kurdistanê, lê em nikarin bibêjin ku metirsî nemane.”

Biryar e li rojên 20 û 21ê yên vê mehê serhejmêriya giştî li Îraqê, Herêma Kurdistanê û deverên veqetiyayî bê kirin.

Li dû pêşbîniyên Wezareta Pilandananê ya Îraqê, hejmara şêniyên Îraqê heta sala 2030ê digehe nêzî 51 milyon û 500 hezar kesan.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir