Parlemento ya Başûrê Kurdistan di civîna du roj berê de, li ser dagirkirina Efrîn hinek biryar girtin û diho (30.01.2018) daxuyanîyek belav kir. Daxuyanî helwestek netewî û kurdistanî ye. Berpirsiyarîya bicîhanîna erkên kurdperwerî ye.
Di daxuyanîyê de li ser avakirina „kongre a netewî" bang dike û pêwîstîya kongre a netewî jî bi vê hevokê tîne ziman: „pêwîst e berjewendiya bilind a gelê Kurdistanê, di pratîkê de ji ber berjwendiyên îdeolojîk, hizbî û siyasî pêşî lê neyê girtin."(!)
Di daxuyanîya banga Parlementoya Başûrê Kurdistan de daxuyanî bi vê bangê bidawî tê:
"Ji bo bicihanîna erkên hevbeş ên niştimanî, em sazdana Kongreya Netewî ya Kurdistanê di vê qonaxa niha de bi pêwîst dizanin û pêwîst e berjewendiya bilind a gelê Kurdistanê bi pratîkî li ser berjwendiyên îdeolojîk, hizbî û siyasî were girtin."
Kî û kîjan hêz berjewendîyên îdeolojîk, hizbî û siyasî derndixin pêşberî berjewendîyên Kurd û Kurdistan?
Kî û kîjan hêz li ser astek dîktatorî, yekalî jîyanê ji hêzên derveyê xwe re nahêle. Digire, dikuje û zîndan dike?
Kîjan hêz pêşî li avakirina ênîyek netewî, Kurdistanî digire?
Kî û kîjan hêz ji astên netewî-Kurdistanî dûr ketîye û dînamîkên Kurdistan, enerjîya tekoşîna rizgarîya Kurdistan ji bona „gelan" ji bona „şerê nevxwe yên dewletên dagirker", ji bona demokrasîya van dewletan bikar tîne?
Kê û kîjan hêzê girseya Kurd sergêj kirîye û radestî stratejîya dijminan kirîye. Vê hêzê li henber Kurdistan, dewletbûn û ruhê netewî bikar tîne?
Kîjan hêz xwe bi zorê dide qebûl kirin û nahê ku Kurd di bin ala kurdistan de mitîng, çalakî û karnewalên netewî lidar bixin?
Hêzên ku berjewendîyên hizbî, partîzanî derdixin pêşberî berjewendîyên Kurd û Kurdistan, îro dînamîkên Kurdistan ji bona xurtbûn û serdestîya daxwaz û têkilîyên xwe bikar tînin. Her hêz dixwaze ku hertiştî têxe bin bandora xwe û bingeha jiyanê jî ji yên din re nehêle. Hinek ferqên piçûk di navbera wan de hebin jî ev helwest zirarê dide berjewendîyên Kurd û Kurdistan.
Divê her beşê Kurdistan, di nav şert û mercên xwe de siyaseta xwe bimeşîne, bê ku beşê din li ser bandorê çêke, an jî têxe bin bandora siyaset û daxwazên xwe. Heger şertên alîkarî û piştgirîyê hebe bi hev re bikin, lê ku tunebe jî ji hev re nebin asteng û beşek nebe qurbana beşê din.
Siyaseta partîzanî, berjewendîyên tevgerî xistîye pêşîya berjewendîyên Kurd û Kurdistan.
Di van şertan de, Tu mercên ku ji herçar beşên Kurdistan "Kongra netewî" derkeve holê tuneye. Wê her hêz ji serî de ji bona ku Kongrê bike sazîyek ji a partîya xwe, wê tevbigere. Damezirandina "li dervê swelat avakirina Parlamento û KNK" wek mînak li ber me ne. Ev herdû sazî jî li dervê welat hatine avakirin û bûne sazîyên PKK û bêîtîbar bûne û fetisîn e.
Îro YNK û Goran ji ber ku Mesut Barzanî daxwaza referandûm û serxwebûnê dike, cenabê wî ne wek Serokê Herêma Kurdistan, wî wek serokê PDK dibinin û dibêjin "em nahêlin bi deste Barzani û PDK dewlet avabibe û bibe rûmeta wan"(!)
PKK û PYD di hemû daxuyanî û helwestên xwe de dijîtîya kurdperwerîyê dikin û li dijî serxwebûnê helwest girtine. Ji dervê xwe kesekî nasnakin û mafê jîyanê ji wan re nahêlin. Ala Kurdistan, Serxwebûna Kurdistan û ruhekî netewî reddikin. Welatê Kurdan, Kurdistan kirine "watanê gelan"(!)
Ji van wê çawa "Kongra Netewî" bêt avkirin?
Parlemento ya Kurdistan bi kîjan aqlî ev banga "avakirina Kongre a netewî" derxist?
Gelo ev parlemento bi vê bawere?
Heger bi vê bawere, dive bersîva dagirkirina Kerkuk, Xaneqîn û Xurmato; niha jî Efrîn bide. Ka ji çi sebeban îro dagirkirina vê xaka Kurdistan ewqes hêsan bûye?
Ji dêlva ku em di nava vê gengeşîya partîzanî de bifetisin û pêşiyê li hev bigirin; divê em pêşîya hevûdû wekirî bihêlin ku, her beş ruştê xwe îspat bike. Her beşê ku xwe gîhand asta statûyek netewî, em dikarin di navbera van beşên xwedî satatû de bingeha "Kongra Netewî" ava bikin.
Dema ku her beşê xwedî statû, di nav xwe de bingehek hevpar avakir û divêtîya avakirina hêza navendî hat, wê demê daxwaza "Kongra Netewî" dikeve rojeva Kurd û Kurdistan. Ev kongre wê ne ji hêzên partîyan, divê ji qadroyên herêmên xwedî statû (dewlet, federasyon, otnom) bên damezirandin. Stratejîyek netewî, ne ji van partîyan, ji van statûyan dikare derkeve holê. Yekîtîya perçan, li ser van esasên ku di navbera van perçên xwedî statû de, wek daxwazek netewî derket holê, wê ava bibe.
Ji bona Kurd û Kurdistan; "avakirina Kongre a Netewî" ne karekî her ku em ketin tengasîyê şîrove bikin. Karekî stratejîke û heta ku roja avakirina vê kongrê neyê, dive em rê nedin ku vê gava pîroz bêwate û bêqîmet bikin.
31.01.2018