ROHNÎKIRIN:
Kurd û Kurdistan navê milet û cîwarê me ye. Em di dîrokê de bi gellek fezîlet û xisûsiyetên baş ên merivatiyê hatine binavkirin. Me şopa xwe bi gellek babetan di şaristanîya mezin ya Mezopotamyayê de kolaye. Lê ev kirinên me, ev hêlên me ên çak û bedew, bi babetekî erênî nebûye para me. Îro jî, welatê me perçebûyî di dest dagirkeran de ye. Ew dagirkerên, dema ku hatin welatê me, şûr di dest de, li ser pişta hespê bûn û tu şaristanîyeke din ne dizanin, lê wê demê, li medreseyên me, hozanên ku ê dîrok bi sedan sal behsa wan bike, şagirt bûn. Li dîwanên mîrekên me, feylesof û kesên zana xwedî cihê bilind û bi payan bûn. bi sedan sal e, ev dîrok veguherî û em kurd di taritiyê de man, me nikarîbû li şaristanî, dîrok û çanda xwe xwedî derkevin û cihê xwe yê rasteqîn di nav koma miletan de bigrin.
Çanda me, ayîn û hemî şûnwarên me ji dijmin re bû cih û malê talanê. Tişta ku di dest me de maye, zanav û zimanê kurdî ye. Ev jî li gellek cihan lawaz û li ber mirinê ye.
Bêguman me berxwedan kiriye û hê jî dikin. Lê dijminên me ewçend gellek û barbar in, belbî îro em bi darê zorê nikanin welatê xwe paşde bigrin. Lê, şerê hebûnê û parastina aidîyetê ne ê çekdarî ye. Hebûn û zanava miletekî, zêdetir bi dînamîzma karên sivîl û dezgehên civakî ên wî miletî ve girêdayî ne. Di vir de, kar û fedekarîyek girîng dibe para me. Ji bo ku ev ziman nemire, ji bo ku ev zanav xurt bibe; nifşê îro divê hemî zanyarîya xwe kom bike û bi esehî bispêre nifşekî din.
Em kurd nêzî çil salî ne ku li welatê Swêdê peyda bûne. Li vir me gellek îmkan û derfetên baş bi dest xistin. Lê îro nav û zimanê kurd fena findekê hiliya ye û li ber tefandinê ye. Digel ku hejmara me zêdetir bûye, digel ku em zanatir û bi kêrhatîtir jî bûne, ev mirin pêk tê.
Bêguman em divê vê pirsê ji xwe bikin, ev nifşê ku pêşin lingê xwe danîn ser erda Swêdê. Dema zarokên kurd, li ser erdek azad, ziman, dîrok û aîdiyeta xwe bi xurtî nizanîbe û lê xwedî dernekeve, ev ne sûcê wan e
Di vir de yê gunehkar em in.
ARMANC:
Armanca sereke ya vê projeyê, xurtkirina aîdîyeta (identitet) kurdî ye, berê xwe dide civaka kurd, jin, zarok, ciwan, mêr, yextyar… Berê xwe dide civaka Swêdî, bersiva çend pirsan ê bide, kurd kî ne? Ji kengî de li Swêd in? Hejmara wan? Kar û beşdarîya wan ya civaka swêdî?
ÇARÇOVE:
Hemî meriv, bi reng, deng, tam/çêj û hiskirinê di dinyayê fam dike. Di vê projê de ê dîroka kurd were vegotin. Stranên kurdî werin gotin. Ala rengîn were vegotin. Cilûbergên kurdî werin raxistin. Xwarinên kurdî werin pêşkêşkirin…
METOD:
Şiklên vê projeyê dikane cuda bin, konser û şahî, semîner, tiyatro…
PÊKANÎN:
Hemû dezgehên kurd ê sivîl, Federasyon, Komele, Kitêbxane, Mamoste, Hunermend, Akademîsyen, Siyasetvan. Ev xebat ê were programkirin pêşin li gel CIWANÊN KURD û şagirtên zimanê kurdî.
HEVKARÎ:
Daxwaza hevkarîyê ji saziyên Swêdî dê were kirin weke ABF, Muzeyên Swêdî û saziyên sivîl.
Em projeyeke welê pêşniyar dikin, hêvîdar im hûn li ser hûr bibin, pêşniyar û bersivekê bidin me.
Li gel rêz û silavan!
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê