Bangek ji Konê Reş

Konê Reş

 

Ezbenî! Ji ber ku min jî, li gor hêza xwe, baş xebat û bizav di ber kultura Kurdî de kiriye û dikim, ji mafê min e ku wiha bang belav bikim.

Ez nebawer im ku herêm wek herêma Cizîrê bi her Sê deştên xwe ve; Beriya Mêrdînê, Sinceqa Aşîta û Deşta Hesina bi zargotina Kurdî a devikî dewlemend heye. Dewlemendiya wê li xelkên wê yên têvel vedigere. Ew akinciyên ku ji sedên salan ve li ser xaka wê jiyana xwe derbas dikin wek; Milan, Kîkan, Deqoryan, Aşîtan, Aliyan, Hesinan, koçerên Mîran û yên mayî.. Û Efrîn bi eşîrên li çiyayê Kurmênc û Deşta Cûmê ve. (Sed mixabin ku, roja îro Efrîn di kêferata mirinê de li ber xwe dide…).  û Kobanî bi erşîrên Berazan yên têvel ve di deşta Sirûcê de.

Ji dor sed salî ve jî, gelek ji xelkên çiyayê Omeriya, Mêrdînê, deşta Bişêriyê û Xerza, Mehcirên Hesena û Heydera û hin ji xelkên Botan li van herêmên Rojava zêde bûne. Wan jî, edebiyata xwe a devikî, bi xwe re aniye û li zargotina xelkên Rojava zêde kirine. Di encam de Rojava bûye gencîneyeke dewlemend ji ziman û zargotina Kurdî re.

Wek ku diyar e, sal bi sal kalemêr û pîrejinên me, yên ku ew zargotin di tûrikên xwe de parastiye, ji nav me bardikin.. Nifşê nû jî, di bibin bandora xwendina zimanê Erebî û teknelojiya nû de dûrî xwendin û edebiyata Kurdî ya devikî (Zargotina Kurdî), ketine û dikevin.. Ev zargotina ku li hezarê salan vedigere û bi saya wê, zimanê me, dîroka me, hebûn û reseniya me têde kom bûye û kesayetiya mirovê Kurd pê hatiye û tê naskirin.. Roja îro, tiştê ku jê maye, bi wan kalemêr û pîrejinan re ye. Ew jî, wek ku min got, li ser rêka oxirê ne; roj bi roj ji nav me bardikin, dimrin.. Eger ji niha û pênc salên hatî ve, em liqata wê edebiyata zargotinî ji tûrikên wan nekin, em ê poşman bibin û em şaşiyek mezin di derheqî kultura xwe a devikî û kesayetiya xwe a Kurdî de dikin..

Di vê derbarê de bi min xweş e ku ez vê gotina nivîskarê Berazîlî (Jorge Amado: 1912-2001), ku ji welatiyên xwe re gotiye, ji we re bînim ziman; "Her ku kalemêrekî me dimire, pirtûkxaneyeke me pê re dişewite".

Ji çend salan ve, xwendin û nivîsndina bi zimanê me serbest e û derfetên danheva zargotina me bi erênî li pêş me vekiriye; ew tirsa berê ji rêjîmê nema ye, pereyên rêxistinan hene û xortên jîr û çeleng peyda dibin ku bi wiha kar rabin.

Lê cihê daxê ye ku roja îro, bêtir ji 30 rêxistin û saziyên siyasî û sivîl, 7-8 komeleyên jinan, 5 yekîtî û hevbendên nivîskaran li Rojava û Qamişlo hene, yekê ji wan di warê praktîk de danhev û komkirina zargotina kurdî ji xwe re nekiriye kar û bar..!

Bi piranî heyranên nav û bejewendiyên xwe ne û di diyaloga ku "Hêk ji mirşîkê ye an mirîşk ji hêkê ye" serî li hev gêj dikin..! Û wek ku diyar e xala herî giring ji hebûna me Kurdan re li Rojava ku em li ser xaka xwe, di gund û bajarên xwe de bimînin, bi zimanê xwe bi zarok û neviyên xwe re xeber bidin û kultura xwe a devikî ji talanê biparêzin.. Lê mixabin ev yekane di ser guhan re têne avêtin û ya sosretmayî ku tev çalakî û siyaseta rêxistinên me bi zimanê Erebî ye..!

Bi hêvî me ku berpirsyarên me baş serwextî vê yekê bin û di kurttirîn dem de li ser bisekinin.. Da ku nifşê ayinde gazinan ji me nekin, pêwîste em bilivin; zargotina xwe ji ser zardevê kalemêr û pîrejnan bidin hev.. Va min a xwe got.

Konê Reş/ Qamişlo, 3/7/2022