Alîgêrên azadî û demokrasiyê, Evîndarên azadiya Nîştiman, her weku hûn hemû haydar in, piştî şehîdkirina Jîna Emînî, Li Îranê bi giştî û xasmanî li Kurdistanê bahoza kîn û nefretê her derê girt û Xelkê bê tu tirsek hatin ser şeqaman û êrîş kirin ser dezgehên tepeserkar yên rejîma îdam û kuştinê.
Xwenîşandanên xelkê Îranê roj bi roj berfirehtir dibe û hejmara şehîd û birîndaran mixabin roj bi roj jêhel diçe.
Bo piştevanîkirin ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî û xelkê Îranê bi giştî û herwiha bo îdanekirina xwîna bi neheq riştî ya Jîna Emînî, Navenda Hevkariya Partiyên Siyasiyên Kurdistana Iranê û bi pitivaniya Fedrasiyona Komeleyên Kurdî li Danîmar - FKKD, biryar daye meşek nerazîbûnê rêve bibe.
Beşdariya we di vê xwenîşandanê de bilindkirina dengê qareman yên xelkê Rojhilata Kurdistanê û Îranê ye.
Roj: Şemî
Berwar: 24.Sep.2022
Dem: 13:00
Cih: li ber deriyê hêlaneya sîxoriya Komara Îslamî ya Îranê-Copenhagen
Têdîtin:Biryar e em demjimêr 13 li Svanemøllen Station kom bibin û piştre ber bi hêlaney sîxoriya Komara Îslamî ya Îranê rê bikevin.
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Iran û bi piştivaniya Fedrasiyona Komeleyên Kurd li Danmark - FKKD