Banka Bazirganî ya Iraqê TBI dikeve nav projeya Hejmara Min

.

Banka Bazirganî ya Iraqê (TBI) ragihand ku ji bo mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi projeya Hejmara Min re rêkeftin îmze kiriye.

Îro 03.011.2024, Banka Bazirganî ya Iraqê: “Me rêkeftin li gel projeya Hejmara Min îmze kiriye taybet ji bo mûçeyê  Mûçexwarên Herêma Kurdistanê di navbera bank û hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev jî li gor biryarên dadgeha Federalî, bi piştbestin bi spardeyên Serok Wezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di derbarê giringiya beşdariya banka bazirganiya Iraqê di projeya Hejmara Min û mûçeyê Mûçexwarên Herêma Kurdistanê.”

Hêjayî gotinê ye ku heşt bank di pirojeya (Hesabê Min) de beşdar in Bi beşdariya Banka Bazirganî ya Iraqê di pirojeya (Hejmara Min) de, dê hejmara bankên beşdar bibe 9.

Projeya Hejmara Min ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye destpêkirin, bi armanca nûjenkirina sektora bankî, pêşxistina geşepêdana aborî li Herêma Kurdistanê û bilezkirina proseya veguhertina elektronîk di xizmetguzariyên hikûmetê de ye.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir