Rêveberê Polîsê Koyê Şoriş Kake ragihand ku artêşa Îranê îro Şemiyê (08-09-2018) bi katyûşa û firokeyên bê firokevan baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê yê Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) topbaran û bombebaran kirin.
Şoriş Kake “Îro ji beriya nîvro ve baregahên HDKê tên topbarankirin û topbaran hê jî berdewam e.”
Berdevkê Tendirûstiya Koyê Hewkar Elî ragihand, ku di encama topbaranê de heta niha 5 kes şehîd in û 30 kes birîndar in.
Hewkar Elî da zanîn, ku rewşa çend birîndaran jî pir xeter e û 5 birîndarên giran jî veguhestine nexweşxaneyên Hewlêrê. Herwiha 2 kes jî niha di bin neştergeriyê de ne.
Ev êrîş di demekê de ye, ku HDKê li Koyê plenyûma xwe saz dikir.
Berpirsê Peywendiyên HDK Fûad Xakî jî ragihand: “Heta niha jî nayê zanîn ka hejmara şehîd û birîndaran çend e. Vê gavê pêşmergeyên me belav in û lewra em nikarin niha zanyariyên piştrastkirî ragihînin.”
Ji aliyê din ve Berpirsê Peywendiyên PDK-Î Mihemed Salih Qadirî jî ragihand, ku ew firokeya ku bombebaran kiriye ji Kerkûkê rabûye û topbaran jî bi alîkariya Heşda Şeibî û hêzên nêzîkî Îranê hatiye kirin.
Qadirî got: “Ev sêyemîn car e êrîşî baregahên hizbên Rojhilat dikin. Piraniya qurbaniyên êrîşa îro jî jin û zarok in.”
Hate ragihandin, ku beşek ji endamên serkirdetiya HDKê birîndar in.
Li baregahên partiyên Rojhilat ên li Koyê li gel pêşmergeyan jin û zarok jî dijîn.
Li gor agahiyên dawîn hejmara şehîdên bombebarana bingehên Hizba Demokrat li Koye gihîşte 17 kesan.