Baroya Amedê cara yekemîn hat vexwendin

Desteya Dadweriya Bilind ya Tirkiyê, bo cara yekemîn Baroya Amedê bo merasîma vekirina sala nû ya dadweriyê vexwendiye.

Desteya Dadweriya Bilind ya Tirkiyê, bo cara yekemîn Baroya Amedê bo merasîma vekirina sala nû ya dadweriyê vexwendiye.

 

Desteya Dadweriya Bilind a Tirkiyê, bo cara yekemîn Baroya Amedê bo beşdarbûna merasîma sala nû ya dadwerî vexwendiye ku biryar e roja 2ê Îlonê bi amadebûna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Koşka Bêştepe birêve biçe.

 

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin ragihand ku dawetname gihîştiye ber destê wan û nirxandin jê re hatiye kirin, ew dê roja sibe roja Duşemê helwesta xwe ji raya giştî re eşkere bikin.

 

Ev jî di demekê de ye ku beşekî zêde yê Baroyên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê vexwendina Desteya Dadweriyê ya Bilind red kirine û diyar kirine ku ew beşdarî wan merasîman nabin.

 

Baroya Izmîrê jî ragihandibû ku Desteya Dadweriyê nûneratiya wan nake û ew vexwendinê red dikin.

 

Heta niha 41 Baroyan, diyar kirine ku ew beşdarî merasîmê nabin.

Siyaset Haberleri

NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e
Hasan Oktay: DEM Partî dê di nav hikûmetê de cih bigire
Li bajarê Urmiyê, hêzên Îranê Kurdê bi navê Muhammed Husseyinzadeh kuşt