Baroya Amedê derbarê qedexekirina sitranên Kurdî de got di mehên dawî de li gelek bajaran biryara qedexekirina konser, şano û festîvalan tê dayîn û ev biryarên qedexê dijî hiqûqê ne û azadiyan sînordar dike.
Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê qedexekirina konsertên hunermendên Kurd ji aliyê şaredariyên AKPê de daxuyaniyek belav kir û got : “Dest ji vê feraseta xwe a qedexekirinê berdin.”
Baroya Amedê di daxuyaniya xwe de dibêje dema hunermend û çalakiyên ku derbarê wan de biryara qedexekirinê li ber çav digrin tê dîtin ku biryarên siyasî, kêfî û zayendperestî li beramber şêwazê jiyan, çand û zimên hatine dayîn. Herwiha Baro amaje pê dide ku ziman ne tenê amûrekî peywendiyê ye di heman demê de nasname ye.
Di demên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmareke konsert û çalakiyên bi Zimanê Kurdî ji aliyê şaredariyên AKPê ve hatin qedexekirin.
Li parêzgehên Bursa û Kocaeliyê konsertên Aynur Dogan û herî dawî jî Parêzgariya Bursayê ragihand ku konserta hunermendê Kurd Mem Ararat jî bi hinceta ewlekariya giştî hatiye qedexekirin.
Li Tirkiyê ne tenê konserên hunermendên Kurd, yê hunermendên Tirk jî tên qedexekirin. Melek Mosso hunermendeke Tirk e, biryar bû di çarçoveya Festîvala Navneteweyî ya Gul de li Ispartayê konserekê bide. Lê Şaredariya AKPê bi hinceta ligel bawerî û nerîtên xelkê naguncive rê neda. Piştî biryara qedexeya konserê, Şaredariya Burdurê ku di destê CHPê de ye banga Melek Mosso kir, da ku li Burdurê konserê bide.