Baroya Amedê, wek her roja înê, vê hefte jî ji bo serokê xwe yê hatî qetilkirin Tahir Elçiyî li ber Dadgeha Diyarbekirê 160emîn çalakiya xwe li dar xist.
Endamê Lijneya Birêvebirinê ya Baroya Amedê Tevfik Karahan bibîr xist ku Tahir Elçi, li ber kamerayan hatiye qetilkirin û digel ku 153 roj di ser qetilkirina wî re derbas bûye, hê jî tawanbarekî neketiye dosyaya vê.
Karahanî da zanîn ku 24ê Çilehê Roja Parêzerên di Xeterê de ne îsal bo parêzerên li Tirkiyê hatiye îthafkirin û got: "Li gor raporta Ofîsa Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî, heta sala 2017an 570 perêzer hatine girtin, hezar û 480 perêzer rastî lêpirsînên cezaî hatine, 79 parêzer jî rastî cezayên bi salan hatine. Endamên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem Û Serokê wê Selçuk Kozagaçlı û hweriha endamên Baroya me Selahattin Demirtaş û Behiç Aşçı hê jî di girtîgehan de ne."
Karahan herwiha da anîn ku li ser rêvebiriya berê ya Baroya Amedê lêpirsîn dane destpêkirin û herwiha di derbarê 41 parêzerên Baroya Amedê de doz ji aliyê 12emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hatiye vekirin ku Serokê Mehmet Emin Aktar û yê niha Cihan Aydin jî tê de ne.