Baroya Amedê: Faîlê Efe Tektekînî bi necezakirinê hatiye parastin

.

Navenda Mafên Zarokan a Baroyê daxuyanî daye û gotiye, “Faîl bi zirxê bêcezahiştinê tên parastin û ev yek jî di mijara çalakiyên ku weke sûc tên dîtin de cesaretê dide hêzên ewlekariyê."

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê têkildarî beraetkirina polîsê ku bi wesayita bizirx li  Efe Tektekîniyê 5 salî dabû û bûbû sedema mirina wî daxûyanî daye. Baroyê di daxuyaniyê de gotiye, “Faîlê Efe Tektekînî bi necezakirinê hatiye parastin”

Baroyê weha gotiye:

“Efe Tektekîniyê 5 salî di 11ê Îlona 2019an de wesayîta bizirx lê dabû û miribû. Danişîna biryarê ya dadkirina faîlê wî di roja 29.03.2022an de hat kirin.”

“Di dosyeya ku ji roja ewil ve ji aliyê navenda me de tê şopandin û daxwaza beşdarbûnê ya navenda me hatibû qebûlkirin de, bi hinceta ku 'qest û teşhîrkirin nîne' faîl beraat kir.”

"Di rapora pisporan a ku ATKya Amedê di dema lêpirsînê de amade kir de hatiye diyarkirin ku bavê Efe Tektekînî di esasê de qusûrdar e û faîl bêqusûr e

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir