Baroya Amedê: Li girtîgeha Amedê şkence li zarokên keç tê kirin

.

Baroya Amedê ragihand ku li girtîgeha jinan a parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, zarokên keç rûbirûyî miameleya xirab dibin û şkence li wan tê kirin.

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê derbarê binpêkariyên ku li Girtîgeha Jinan a Amedê li dijî zarokên keç tên kirin lêkolînek da destpêkirin.

Navendê encamên lêkolîna xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kirin.

Sekretera Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Buşra Gugerê ragihand ku wan di serdema amadekirina raporê de ji Îlona 2023yan heta Kanûna Paşîna 2024an bi 9 zarokên keç re 15 hevdîtin pêk anîne û got:

“Di hevdîtinan de diyar bûye ku zarok rûbûrûyî şkence, miameleya xirab bûne û mafên wan ên nihêniya jiyanê, xwarin, ragihandin, pêwendî, beşdariya çalakiyan, xwe gihandina xizmetên tenduristiyê û çareseriyê, daxwazname û bidestxistina zanyariyan hatiye binpêkirin û mercên ku ew tê de tên ragirtin ji derveyî şanaziya mirovayetiyê ne.”

Buşra Gugerê amaje bi wê yekê da ku li girtîgehê zarokên keç rûbirûyî lêgerîna tazî dibin û ev yek bûye wek karekî rûtîn û tekez kir ku di hevditînên ligel zarokên keç de jî van îdiayan piştrast û bihêztir dikin.

Sekretera Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku wan derbarê lêgerîna tazî ya li ser zarokên keç û tevgerên din ên xirab û şkenceyê de proseya hiqûqî daye destpêkirin.

Gugerê herwiha da zanîn ku dema zarokên keç ji girtîgehê ji bo nexweşxaneyê tên birin jî destên wan tên kelemçekirin û got:

“Ev kar êdî bûye sîstematîk û eşkere diyar dibe ku ev karê tê kirin derveyî hiqûqa navxwe û navdewletî ye.”

Sekretera Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê ameje bi wê yekê jî da ku ragirtina zarokan li girtîgeheke taybet bi jinan dibe sedema binpêkariyên mafan û eşkere kir ku zarok li odeyên 11 kesî dimînin.

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike