Baroya Diyarbekirê ji bo redkirina doza girtina HDPê serî li AYMê da

.

Baroya Diyarbekirê li ser mijara doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku HDP parastina xwe amade dike serî li Dadgeha Destûra Tirkiyê (AYM) da.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, ji bo daxwaza redkirina doza girtina HDPê û qedexeya siyasetê bo 451 rêveber û endamên wê serlêdan li AYMê kir.

Nahît Eren, di serlêdana bi navê  “Amicus Curiae (dostê dadgehê)” li AYMê hatiye kirin de, balê dikişîne ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ên binpêkirinê yên ji bo partiyên ji salên 90î vir de hatine girtin û dide zanîn, divê daxuyanî û çalakiyên HDPê di çarçoveya azadiya derbirinê de werin nirxandin ku heger biryara girtinê bê dayîn jî wê bandora wê ya siyasî hebe.


Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e