Baroya Mêrdînê derbarê Kurdî de bersiva Înce da

.

Baroya Mêrdînê nerazîbûn nîşanî gotinên Muharrem Înce yên derbarê zimanê Kurdî nîşan da û got, “Gotinên Înce derveyî zanistê ne.”

Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Mêrdînê derbarê gotinên Serokê giştî yê Partiya Memleket  Muharrem Înce yên li dijî zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir.

Muharrem Înce gotibû, “Perwerdehiya bi zimanê Kurdî ne li gor pedagojiyê ye” û Baroya Mêrdînê jî di daxuyaniya xwe de amaje bi wê kir, ziman amûrek e ku mirov xwe pê dide nasîn û rastiya xwe pê derdibire û got “ji ber vê yekê jî di pêngava yekem a perwerdehiya zarokan de astengiyên li hember zimanê wan  ji aliyê wan ve wek ku li kesayetiya wan hatibe kirin tê hest kirin û zarokên ku destûr neyê dan ku ew wek xwe bin, ji jiyana xwe ya perwerdehiyê dûr dikevin.”

Baroya Mêrdînê bal kişand ser maddeyên 17, 20 û 30 yên Peymana Mafên Zarokan a Netewên Yekbûyî ku ew madde li ser perwerdehiyê û  berpirsiya dewletê ya di perwerdehiyê ne û  got, “ Di wan maddeyan de bi awayek ne yekser be jî amaje tê dan ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafek naskirî ye.”

Di dewam daxuyaniyê de Baroya Mêrdînê cîbicîkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo geşedana derûnî û pedagojîk a zarokan “gelek girîng” dibîne û tekez dike, “Gotinên Muharrem Înce derveyî zanistê ne.”

Muharrem Înce çi gotibû?

Muharrem Înce ku ji CHPê cuda bûbû û Partiya Memleket ava kiribû, têkildarî daxwazên perwerdehiya bi zimanê dayikê, sivkatî bi zimanê Kurdî kir û gotibû, “Ne li gor pedagojiyê ye.”

Muharrem Înce amaje bi wê kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mijara pedagojiyê ye û gotibû, “Eger li gel pedagojiyê bigunce, bizanin li gor dewleta unîter e jî digunce. Lê ev yek ne li gor pedagojiyê ye.”

Di dewama gotinên xwe de Înce diyar kiribû, “Eger em bêjin, Fizîk, Bîrkariyê bi Kurdî vebêjin, tê wê wateyê em bêjin `ey keç û xortê Kurd, bibe pizîşk lê li Îzmîrê kar neke, li Colemêrgê bimîne.”      

Ev gotinên derbarê Kurdî de yên Muharrem Înce ku berî niha dest ji Partiya Komarî ya Gel (CHP) berdabû û Partiya Memleket damezrandibû, rastî nerazîbûneke mezin hatibû.

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mahmut Alinak amaje bi gotinên Înce kiribû û gotibû, “Hûn hemû eynî ne. Sûç ê me ye ku hê jî em silav didin we.”

Serokê Partiya Kurdistanî (Pakurd) Îbrahîm Halîl Baran jî li ser gotinên Înce li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kiribû û nivîsandibû, “Eger em Tirkî 90 salan qedexe bikin, ji bo çûyîna destavê jî peyv namînin. Her gotineke wan kesên ku 90 salan Kurdî qedexekirin ku bi hemû kûrahî û berfirehiya xwe li holê ye, nîşana bêrûyî û bêariya wan e.”

Îbrahîm Halîl Baran gotibû, “Pêşiyê lingên we dişkînin, paşê dibêjin werin em bikevin rikeberiyê. Kesên zimanê me qedexe dikin û yên dibêjin ne li gor pedagojiyê ye, eynî ne.”

Endamê berê yê rêveberiya Partiya Doza Azad (Huda Par) Mehmet Emîn Vural jî amaje bi gotinên Muharrem Înce kiribû û gotibû, “Gelo dema mijar Kurdî be, pedagojî nabe ku zanista pêşvebirina zarokan e di warê hestyarî û zihnî de. Li gor vî kesî (Muharrem Înce), zanista pedagojiyê sazker û înkarker e, wek wî!”

Muharrem Înce di hilbijartinên serokomariyê de ku ew jî yek ji berbijêran bû, li ser daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê destnîşan kiribû, “Em dê zimanê dayikê fêrî zarokan bikin.”
 (Rûdaw)

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir