Baroya Wanê derbarê destdirêjiya 2 leşkerên artêşa Tirkiyê bo ser jineke koçber a Efxanî li ser sînor raporek belav kir û got: “Du leşkerên ku grûbeke koçberan birine ser sînor, L.M (jina koçber a Efxanî) ji wê grûbê veqetandine û destdirêjiya wê kirine. Ew jina rûbirûyê destdirêjiya herdu leşkeran bûye piştî tê dersînorkirin, bi derfetên xwe hatiye xaleke sînorî ya cendermeyan û ew leşker destnîşan kirine û derbarê wan de gilî tomar kiriye.”
Baroya Wanê derbarê destdirêjiya 2 leşkerên Tirkiyê bo ser jineke koçber a Efxanî ku 4ê Çileya 2023an li navçeya Mehmudiyê ser bi parêzgeha Wanê li ser sînor pêk hatibû, raporek amade kir û roja Înê 13ê Çileya 2023an li navenda baroyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê encamên raporê belav kirin. Di dema daxuyaniyê de hejmarerek nûnerên saziyên civaka sivîl, mafnas, sendîka û komleyên jinan jî amade bûn.
Baroya Wanê di rapora xwe de diyar dike ku herdû leşkeran destdirêjiya jina koçber a Efxanî ya bi navê L.M. kirine û dibêje “Dû leşkerên ku grûba koçberan birine ser sînor L.M (jina koçber a Efxanî) ji wê grûbê veqetandine û destdirêjiya wê kirine. Ew jina rastî destdirêjiya herdû leşkeran hatiye piştî tê dersînor kirin, bi derfetên xwe hatiye xaleke sînorî ya cendermeyan û ew leşker destnîşan kirine û derbarê wan de gilî tomarkiriye.”
Baroya Wanê di daxuyaniya xwe de bang li hikûmeta Tirkiyê dike ku derbarê mijarên hestiyar ên wek koçberên jin de polîtîkayên guncav bide destpêkirin û rûbirûyî hemû corên tûndûtûjiya li hember jinan bibe.
Baroya Wane tekez dike ku ew dê piştevaniya hemû jinên rûbirûyê tûndûtûjiyê dibin, bikin û dibêje: "Bûyera bi serê L.M. hatiye ne yekem e, ew jinên koçber ku di serî de ji ber şer û sedemên din hatine Tirkiyê ji bilî destdirêjiyê rûbirûyê gelek nehiquqiyan dibin. Em dê heta dawiyê proseya vê dosyayê jî bişopînin.”