Baroyên Diyarbekir û Şirnexê sivikatiya li zimanê Kurdî şermezar kirin

"Em ê li ser vê bûyerê serî li rêyên qanûnî bidin."

Baroyên Diyarbekir û Şirnexê, çar mamosteyên ku li navçeya Qereyazî ya Erziromê sivikatî li zimanê Kurdî kirin, şermezar dikin û radigihînin ku ew ê li ser vê bûyerê serî li rêyên qanûnî bidin.

Roja borî 4 mamosteyên jin li ber tabelaya bi nivîsa "Hûn bi xêr hatin" a bi Kurdî û Tirkî ya di têketina Qereyaziyê de, wêneyên xwe kişandine û li ser wêneyekî nivîsandine: "Li aliyê din ê tabelayê 'Hûn bixêr hatin' hatiye nivîsandin, lê tevgera me ji bo wê zelal e" û li jêr tabelayê bi pehînan poz dabûn.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Diyarbekirê li ser vê mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Komek mamosteyên li navçeya Qereyazî ya Erziromê li hemberî afîşa Kurdî helwestekî nijadperest nîşandan û ev helwest li ser hesabên xwe yê medya civakî parvekirin. Der barê van kesan de lêpirsînên edlî û îdarî hatin destpêkirin.”

Herwiha eşkere kir: “Em vê helwesta nijadperestî û dijminatiyê ya li hemberî zimanê Kurdî şermezar dikin û diyar dikin ku em ê weke Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê pêvajoyê bişopînin, da ku lêpirsîn bi bandor bê meşandin.”

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Em vê nêzîkatiya li dijî zimanê Kurdî qebûl nakin. Divê demildest hem lêpirsîna dadî û hem ya kargêrî bê destpêkirin. Di vê çarçoveyê de heta dawiya lêpirsînê divê ev mamoste ji kar bêne dûrxistin. Her wiha divê li ser sûcên nefretê lêpirsîn bê destpêkirin.”

Herwiha eşkere dike: “Li ser vê bûyerê dê komîsyona me serî li rêyên qanûnî bide. Em her êrîşa nefretê ya li dijî zimanê Kurdî şermezar dikin û em ji raya giştî re eşkere dikin ku em ê şopdarê pêvajoyê bin.”

K24

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn