Barzanî li Davosê: Em dest ji serxwebûna Kurdistanê bernadin

Piraniya ewên ku di îdareya Trump de berpirsatiyê werdigirin, nas û dost in li ge min bi xwe û li gel Herêma Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Davosê di hevpeyvîneke teelvizyonî de ku peyamnêra Rûdawê jî tê de beşdar bû, ragihand: “Rêkevtina PDKê û YNKê divê hebe û dem jî guncaw e ji bo çareserkirina qeyranan.”

Mesûd Barzanî ragihand: “Rêkevtina bi YNKê re gelek giring e û dê bandora wê hebe li ser partiyên din jî, lê belê PDK tekez venagere bo wan civînên ku jê re dibêjin pênc alî. Hemû partî divê beşdar bin li gel YNKê û hemû partiyan, ne tenê li gel YNKê û çar partiyan ku jê re dibêjin pênc partiyên sereke.”

Barzanî herwiha destmîşan kir: “Min ne ev hevok qebûl e û ne jî careke din PDK civînên pênc alî encam dide, divê civîn berfirehtir bin, bi kêmanî ew partiyên ku di hikûmeta û parlamentoyê de beşdar in, ewên hikûmeta divê beşdar bin û yên din jî gerek şêwir li gel wan were kirin. Ez bi şexsê xwe rêgir nînim li hember wê yekê ku ku hemû beşdar bin di civînê de, lê belê pênc alî temam.”

Barzanî: Em dest ji serxwebûna Kurdistanê bernadin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê serxwebûn û referanduma ji bo serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê de jî axivî û ragihand, ew bi ti awayî dest ji serxwebûna Kurdistanê bernadin.

Mesûd Barzanî got: “Ez ku çûme Bexdayê, me ev mijar li gel Bexdayê behs kir û eger em li gel Bexdayê bigihîjin lihevkirinekê, dê rê xweş bike ji bo gelek welatên din jî ku bi bêyî arîşe îtîrafê bi me bikin, ji ber wê em dê berdewam bin û heta wê cihê ku derfeta gotûbêjê li gel Bexdayê hebe û em bigihîjin encameke erênî, pêwîst nake em pêngavên din bavêjin, lê belê eger em ji wê bê hêvî bûn, tekez em dê pêngavên din bavêjin.”

Barzanî tekez kir, ku ew dest ji proseya serxwebûnê nahînin û got: “Em dikarin li gel Iraqa pêşerojê, du cîranên baş bin, lê belê wek şirîk me nekarî em bibin şirîkek baş. Ev rastiyeke û ewê ku îtîrafê jî pê neke, naxwaze rastiyan bibîne.”

Rûdaw: We li Davosê çendîn hevdîtin li gel berpirsên mezin ên welatan pêk anîn, wan tekez kir ku dê berdewam bin li ser piştevanîkirina Herêma Kurdistanê, piştî girtina Mûsilê jî?

Barzanî: Me gelek serkirde dîtin ku beşdar bûn û tekez derfetek baş bû ji bo ku em nêrîna xwe ji Herêma Kurdistanê ve ji wan re zelal bikin û ew jî bi heman şêweyê nêrîna xwe bigihînin me. Bi bextewerî ve wan her hemûyan bi pêngavekî gelek rêzdarî ve berê xwe didin xebat û qurbanîdana pêşmerge û xweragiriya gelê me. Ev yek cihê serbilindî û şanaziyê ye bo me. Hemûyan jî tekez dikirin, ku gelek giringiyê didin niha û pêşerojê ku berdewam bin li ser pêwendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê û piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê.

Pirsyar: Ev korbenda aborî ji ber ku zêdetir behsa arîşeyên aborî yên cîhanê tê de tê kirin, li vir jî piştî civîna li gel serkirdeyên cîhanê, niha ku Kurdistan di kirîzeke aborî re derbas dibe, ew ji aliyê aborî ve çawan dikarin alîkariya Herêma Kurdistanê bikin?

Barzanî: Ew dikarin alîkariya me bikin, da ku sîstemeke aborî ya rêkûpêk bo Kurdistanê ava bikin, da ku em çaksaziyeke baş li Kurdistanê encam bidin, lê belê eger bendewariya wê yekê bihê kirin, ku ew bên û dê pere bidin, ev zehmet e. Ev yek ne evqas hêsan e, her çend e egera wê heye di gelek waran de alîakriyên madî jî bidin, weke ku di mijaran awareyan û hin projeyan de ku sûdê digihînin cemawerê xelkê Kurdistanê, lê belê ya li hemûyan giringtir ev e ku ew amade ne bihên alîkariyê bidin me, da ku em jêrxaneke rêkûpêk û standard li Kurdistanê damezrînin.

Rûdaw: DAIŞ li Şingalê û Kobanî hat şikandin, aya welatên cîhanê gihîştine wê baweriyê, ji bo ku DAIŞ careke din li deverê serî hilnede, zêdetir alîkariya pêşmerge bikin:

Barzanî: Ev e pirsyareke giring e, li ser vê mijarê me gelek gotûbêj kirin li gel hemû wan berpirsan, ku eger wisa hizir bihê kirin, ku bi têkşikandina DAIŞê li Mûsilê, piştî ku li gelek cihên din hatin têşikandin, ku bi têkbirina DAIŞê li Mûsilê DAIŞ temam dibe, ev yek şaşiyek mezin e. DAIŞ wisa bi hêsanî ji nav naçe. Rast e di şerê rûbirû de ratsî şikestinek mezin hatine û rastî şikestinek mezintir jî dibin, lê belê DAIŞ penah dibe ber şêweyên din ên terorê. Egera wê yekê heye ku rêxistinek din, ji DAIŞê pîstir û xirabtir çê bibe di bin nav û rengek din de. Mijara terorê ev nîne ku bi serkevtina serbazî li bajerekê yan cebheyekê dawî pê tê. Şerekî demdirêj e û pêwîstî bi hevkariya pir alî heye.

Pirsyar: Qeyrana aborî tûşî Herêma Kurdistanê bûye, lê belê em diakrin bêjin, ku sala 2016ê sala serkevtina dîplomasiya kurd û pêşmerge bû. Bi serdankirina berpirsên mezin ên cîhanê bo Kurdistanê û bi têkşikandina DAIŞê?

Barzanî: Tekez sala 2016ê, sala serkevtina mezin a Kurdistanê bû di aliyê siyasî û serbazî de. Em hêvîdarin ku îsal jî bibe sala derbaskirina kirîza darayî.

Rûdaw: Bi mana DAIŞê li Sûriyê, metirsiya DAIŞê li ser Kurdistanê û cîhanê berdewam nabe? Herwiha hûn weke Herêma Kurdistanê amade ne bo ji nav birina DAIŞê alîkar bin li Sûriyê?

Barzanî: Ev yek rastî ye ku DAIŞ gerek li Iraqê û Sûriyê bişkê, eger na li cihekê bimîne û dubare xwe rêk bixe, tê wê wateyê ku ev xeterî dê berdewam be, ji ber wê jî gelek gelek giring e, ku Sûriyê û li Iraqê bi hev re bihên şikandine, lê belê du rewşên cuda ne. Rewşa Sûriyê li gel rewşa Iraqê bi hev neyê raberîkirin. Eger em bikarin alîkariyekê bikin, em amade ne, lê belê bi rastî ew ne karê me ye û erkê me jî nîne. Xelkên din hene li Sûriyê ki divê vî karî bikin.

Pirsyar: We piştgirî li Heyder Ebadî kir di operasyona Mûsilê de, lê belê heta niha li hember Kurdistanê û bi taybetî di hin mijarên ku pêwendî bi mûçe û dahata Herêma Kurdistanê ve hene, bi şêweyeke erênî nehatiye pêş, aya ew yek çawan dikare were çareserkirin?

Barzanî: Niha hemahengî û hevakriya me di aliyê serbazî de gelek baş e, lê belê di warên din de ti pêşkevtinek nebûye. Ez naxwazin ji wê zêdetir jî biçim nav hûrgiliyan.

Rûdaw: Ev demek e ku kêmtir behsa serxwebûna Kurdistanê tê kirin, em kengê dikarin bêjin ku pêngavên kirdarî (pratîkî) hatine avêtin, aya îsal referendum tê birêvebirin?

Barzanî: Baştirîn tişt ev e ku karê ciddî jê re bihê kirin û axavtin kêm bihê kirin. (eger) Axavtin zêde were kirin û kar ji bo neyê nekirin, sûda wê çî ye? Em hemû hewlekê didin, lê belê diyarkirina dem bo tiştekî wisa mezin, ez wiha difikirim ku gelek tiştek temam (dirist) nebe, lê belê bi zûtirîn deme m hewl didin, temam bikin.

Pirsyar: Hin welat dibêjin, eger em bi aşkere li gel wê proseyê nebîn, lê belê em li dij nabin bi taybetî welatên ewropî, ev yek gelek li ser tê gengeşekirin?

Barzanî: Ez ku çûme Bexdayê, me ev mijar li gel Bexdayê behs kir û eger em li gel Bexdayê bigihîjin lihevkirinekê, dê rê xweş bike ji bo gelek welatên din jî ku bi bêyî arîşe îtîrafê bi me bikin, ji ber wê em dê berdewam bin û heta wê cihê ku derfeta gotûbêjê li gel Bexdayê hebe û em bigihîjin encameke erênî, pêwîst nake em pêngavên din bavêjin, lê belê eger em ji wê bê hêvî bûn, tekez em dê pêngavên din bavêjin.

Em dikarin li gel Iraqa pêşerojê, du cîranên baş bin, lê belê wek şirîk me nekarî em bibin şirîkek baş. Ev rastiyeke û ewê ku îtîrafê jî pê neke, naxwaze rastiyan bibîne.

Rûdaw: Helwesta welatên Rojava derbarê serxwebûna Kurdistanê çî ye? Ez weke peyamnêra Rûdawê, min di gelek konfransên serkirdeyên cîhanê de, ew pirsyar kiriye û piraniya wan xwe ji pirsyarê vedidizin, hinek jî li pişt kamêrayê dibêjin, em piştevaniyê dikin, lê belê em aşkere nakin. Çi dibêjine we?

Barzanî: Heman tiştî dibêjine me.

Pirsyar: Derbarê Bakurê Kurdistanê de, pêştir we behsa wê yekê kiribû, ku proseya aştiyê li Tirkiyê cihê xwe nagire, niha em dibînin ku li Tirkiyê berpirsên partiyên kurdî hatine girtin, aya pêwîst dike ku Tirkiye siyaseteke nermtir bi kar bîne?

Barzanî: Berî niha ku min di her boneyekê de bi dengê bilind digot bila şer nebe, şer tiştekî xirab e û encamên wê xirab in. Salek gotûbêj baştir e ji saetek şer. Ez ji wê encamê ditirsiyam ku niha heye, mixabin hêj dema wê nehatiye o destpêkirina proseya aştiyê, lê belê em her demekê ku bibînin derfet heye, em xwe nadin paş, da ku ev prose dest pê bibe, mixabin geelk tiştên xirab li Tirkiyê qewimîne.

Rûdaw: Hûn ji rêveberiya nû ya Trump li benda çi ne? Di demekê de ku Cîgirê Trump li gel we weke yek ji serkirdeyên cîhanê axiviye?

Barzanî: Bi bextewerî ve, piraniya ewên ku di îdareya Trump de berpirsatiyê werdigirin, nas û dost in li ge min bi xwe û li gel Herêma Kurdistanê. Cîgirê Serokê Nû Hilbijartî jî bi telefonê li gel min axivî û tekezî li ser dostanî û piştevaniya me kir, her ji ber wê em hêvîdar in ku piştevanî renge ku zêdetir be jî, ne ku kêmtir be.

Pirsyar: Pêşeroja Rojavayê Kurdistanê û herwiha Sûriyê çawan dibînin? Di demekê de ku civîna Astanayê bi van nêzîkan birêve diçe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî daxwaza kiriye, di vê civînê de beşdar be?

Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar nabe, me dixwast bibin sedem ku aliyên kurdî bçin beşdar bibin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdar nabe û nehatiye vexwandin jî. Bi giştî ez reşbînim li hember rewşa Sûriyê, gelek aloz bûye. Mixabin pêşerojeke geş nabînim ne ji bo Sûriyê û ne jî ji bo kurd bi taybetî.

Pirsyar: Çi were kirin baş e?

Barzanî: Ev pirsyareke zehmet e, Rûsya û Amerîka bi ewqas mezinahiya xwe ve, tê de (asê) mane û bi wan nayê çareserkiri. Gelek aloz bûye û dem jê re pêwîst e.

Rûdaw: Berî ku hûn serdana Davosê bikin, we civîna serkirdatiya partiya xwe pêk anî û we daxwaz kir, ku divê çareseriyek bo arîşeyên navxwe yên Herêma Kurdistanê bihê kirin û PDK dixwaze rêkevtinekê li gel YNKê saz bike. Aya tenê li gel YNKê ye yan dixwaze li gel her çar partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê li hev bike?

Barzanî: Tekez rêkevtina li gel YNKê geek giring e. Ku (eger) PDK û YNK bigihîjin rêkevtinê, dê bandor li ser partiyên din jî hebe, lê belê PDK tekez navegere wan civînên ku jê re dibêjin cicînên 5 alî, hemû partî divê beşdar bin. Li gel YNKê û hemû partiyan, ne li gel YNKê û çar partiyên din ku jê re dibêjin pênc partiyên sereke.

Min ne ev hevok qebûl e û ne jî careke din PDK civînên pênc alî encam dide, divê civîn berfirehtir bin, bi kêmanî ew partiyên ku di hikûmeta û parlamentoyê de beşdar in, ewên hikûmeta divê beşdar bin û yên din jî gerek şêwir li gel wan were kirin. Ez bi şexsê xwe rêgir nînim li hember wê yekê ku ku hemû beşdar bin di civînê de, lê belê pênc alî temam.

Pirsyar: Hin alî behsa wê dikin ku eger kesên yekem ên partiyên siyasî bicivin, egera wê heye ku kirîz zûtir were derbaskirin û çareserî bileztir bibin. Nêrîna we çî ye?

Barzanî: Ev qeyran, partiyan çêkirine, ez nizanim dikarin çareser bikin an an, lê belê tekez wan çêkiriye. Bila berpirsên yekem ên partiyan bicivin, kî rê li wan girtiye, ji xwe polîtboru, serkirdatî ne û hemû jî herdem dicivin, lê belê ez li gel wê nînim ku berpirsên yekem ên partiyan bicivin, çimku ne wisa ye, eger partî ne, divê serkirdatiya partiyan pêkve wan karan bikin. Eger mesele kesî ye, êdî çima ew hemû propaganda tê kirin û behsa dîktatoriyê û kesîbûnê (ferdîbûnê) dikin? Ew tê çi wateyê?

Rûdaw: Çima çareserkirina arîşeyên navxweyê yên Herêma Kurdistanê ewqas dirêj bû? Raya giştî daxwaza çareserkrina arîşeyan dike, çima nayê kirin?

Barzanî: Ez jî dipirsim çima nayê kirin? Çima nayêne pêş ? Min çend caran (ew) vexwandin. Min ew vexwandin da ku bihên rûnin û em çareseriya wê kirîzê bikin, lê belê narûnin û amade nînin li hev bikin. Niha hêvî bi xwedê, hinek atomsfêr baştir bibe û amadeyiyek zêdetir hebe ji bo ku em rûnin û kirîzan çareser bikin. Niha rewş baştir e, lê belê ez jî wê piryarê dikim ku çima nayêne pêş?

Min destpêşxeriyak kir û min hemû derî vekirin. Eger na wê demê renge me jî bernameyeke din hebe. Hin ji partiya jî ne diyar e ku kê serkirdeyên wan kî ne, kî ne ew serkirdayên ku divê pêkve rûnin û arîşeyan çareser bikin, carê divê em bigerin bizanin ku kî ne serkirde.

Pirsyar: Çima te heta niha serdaa Tehranê nekiriye.

Barzanî: Her dema ku rewş guncaw be, ez dê herim.

Rûdaw: Piştî girtina Helebî, hûn çawan berê xwe didine rewşa Rojavayê Kurdistanê? Hûn bawer dikin, ku ji ber nakokiyên navbera xwe, gelek tiştan ji dest bidin?

Barzanî: Nakokiyên aliyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê bandorek gelek neyênî hebûye, mixabin teroreke gelek ecêb li Rojavayê Kurdistanê çê bû, li hember wan kurdên ku li gel aliyê desthdar ê nînin. Ewa Helebê, rêkevtinek bûye ku ez nihêniyên wê nizanim. Gelek tişt hene ku li pişta perdeyê ye û em nizanin, lê belê ez careke din dibêjim, ku ez hîç geşbîn nînim bi pêşeroja Rojavayê Kurdistanê.

HEVPEYVÎN Haberleri

Bi Seîd VEROJ re li ser pirtûka Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan  (1913 -1923)
Wezîra Berhemanîna Cengî ya Pakistanê: Ez û hevjînê xwe em Kurd in
Lêkolîn: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê pirsa Kurd e
ENKS û PYNKê danûstaninên derbarê 'rêveberîya hevbeş' de destpê kirin
Amed Bozan xelata artîstê herî baş a Kristall stand