Me gelek caran gotiye û nivîsiye. Gelek canik û camêran jî kêm nemane ku wê rojekê Barzaniyên tekoşer û hezkirin gelê xwe, wê rojekê Kurdistana Serbixwe li başûrê Kurdistanê ragihînin.
Lê ev gotin û nivîsên weha xweşa dagirker û nokerên wan nare. Ji ber ku azadî û serxwebûna Kurdistanê wê nanê nokeran û rewşa aborî ya dagirkeran biqedîne û bixin rewşeke ku heta demeke dirêj wê dagirker bi serxwede nayên.
Her weha hemî dagirker û nokerên wan vê yekê dizanin. Lewra tim li gel hev û bi hevre ji bona gelê Kurd ronahiyê nebîne û tim di tariyê de bijî, bi hevre kar dikin.
Ji roja dagirkeran ronahî li me kirin tarî, welatê me di nava xwe de perçe kjrine û em li ser erda me kirine penaber, aha ji wê rojê de û heta niha Barzaniyan jî li hember vê dagirkeriyê serî dananî ne.
Dema wan dest bi şerê azadî û serxwebûna Kurdistanê kirin, yekem biryara wan ew bû ku Kurd li ser erda xwe bibe desthilat û tu desthilatên biyanî li ser serê kurdan qebûl nekin, bû.
Di rêya dûr û dirêj de Barzaniyan gelek bedel dan, ketin lê teslîm nebûn, ji nû de ji berê xurtir rabûn. Keftûleta wan, tekoşîn û berxwedana wan ji wê roja ewil de heta niha ew yek bû ku kurdan bikin xwedî dewleta wan.
Bi saya wê tekoşînê, bi qehremaniya pêşmêrgeyan tekoşîn ranewesta heta ku li başûrê kurdistanê kurd kirin xwedî dewleteke ku hê di qada navneteweyî de weke dewleteke serbixwe nehatiye qebûlkirinê.
Niha kar û xebatên Barzaniyan ew e ku di qada navneteweyî de Kurdistaneke serbixwe ragihînin. Helbet ragihandina welatekî serbixwe jî ne weha rehet e. Gelek ser êşî û alaziyên wê jî hene.
Niha wan êş û aloziyên hene, dagirker rast e rast nakin. Çi dikin? li ser destê wê rêxistina wan bi xwe damezrandine dike. Ji ber ku haceta ”em bi terosîstên li hember welatê me şer dikin”, ne.
Lê çi dibe bila bibe, kurdên ku îro xebata Barzaniyan ya ji bona Kurdistaneke serbixwe dikin, pêştgiriyê nedinê divê mirov vê fêr bibe ku ew kesana naxwazin kurd bibin xwedî dewleta xwe,
Barzaniyan çawa dest bi şerî çekdarî ya ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê kirin, îro jî bi dîmplomasiya xwe, bi dan û stendinên xwe, bi helwest û kiryarên xwe jî ji bona wê kurdistana delal kar dikin.
Barzanî qet ranewestiyanin û ranewestin heta ku ew Kurdistana serbixwe ranegihînin. Loma jî niha ji nû de ketine nava dan û stendinên bi welatên ewropî û Ermerikayê û bi taybetî Îngilîztanê.Têkiliyên bi Îngilîztanê re girîng e. Îqnakirina wê ji bona Kurdistaneke serbixwe, tê wateya Kurdistan serbixwe bû ye…
Ji ber ku îro şert û mecela ragihandina dewleteke serbixwe di destê wan dewletana de ye. Heta ew vê qebûl nekin kes nikare dewleteke serbixwe ragihînin.
Ji ber vê yekê ye ku niha hemî desthilatên kurdistanê, parlemen û Barzanî bi hevre weke hercar dest bi dîplomasiyê kirine. Berê jî kiribûn, lê niha bêtir dikin û wê bikin.Ji ber ku hemî xebatên têne kirin ji bona Kurdistaneke serbixwe ye…
Sedema wê ew e ku peymana Lozana dudan nêzîk maye. Di vê peymanê de Kurdistana serbixwe weke findekê wê şevreşa kurdan hêdî hêdî ronî bike û ev ronahî wê xwe bighêjîne perçên din jî…
Dagirkerên me dê bixazin wê roniyê bitefînin, loma niha hemî kar û xebatên wan li gel noker û zilamên wan yên kurdên ku xwe û welatê xwe firotine û difroşin ev e.
Hemî li gel hev li ser serê Barzaniya bûne agir da ku wî seriyê ji bona Kurdistaneke serbixwe dixebite bişewitînin. Lê wê tu caran bi sernekevin. Ji ber ku zêdeyê sed salan e ku wan tim xwestine wê seriyê bişewîtinin, lê bi ser neketine û nakevin.
Ragihandina Kurdistaneke serbixwe û têkçûna dagirker û pêgirtin wan wê bi vê helwest û ragihandina Barzaniyan bi dawî bê.
Ji wê dawî anînê re hindik maye. Divê em Kurd niha bi sebir bin, bêhn fireh bin, alîkarî û piştgirya Barzaniyan bikin da ku ew gelê kurd ji koletiyê xilas bikin…
Barzaniyan çawa dest bi şerê azadî û serxebûna Kurdistanê kirin, niha jî li gor wê bîr û baweriyê li ser xeta rêbaza Barzanî Kurdistana serbixwe radigihînin…