Başûr - Hefteya bê dê rêjeya germahîyê 50 pileyan derbas bike!

Rêveberîya rewşa hewayê ya Herêma Kurdistanê ragihand, hefteya bê dê germahîya hewayê gelekî zêde bibe.

Rêveberîya rewşa hewayê ya Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragihand, roja înîyê (24 vê mehê) dê pileya germahîyê li Kurdistanê dest bi zêdebûnê bike û ev rewş dê heta dûmahîkê hefteyê bidome.

Di daxuyanîyêde hatîye gotin, li gorî wê rewşê pileya germayê li Hewlêr û Helebcê nêzîkî 47 bibe, li Silêmanî û Duhokê nêzîkî 45 û li Kerkûkê jî dê nêzîkî 50 bibe.

Li gorî texmîn û pêşbînîyên rêveberîya rewşa hewayê, germahî dê li deverên çîyayî derdora 35-42 pileyan bibe û li devera Germîyan jî dê zêdetirî 50 pileyan be.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e