Başûr, vekişîna ji Bexdayê gotûbêj dike!

Cîgirê serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Cafer Emînkî piştî pesendkirina budçeya 2018an a Iraqê ku fraksîyonên kurd boykot kiribûn got, çareseriya herî baş vekişandina kurdan a ji proseya siyasî ya Iraqê ye.

Cîgirê serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Cafer Emînkî da xuyakirin, êdî dema wê yekê hatiye ku, kurd biyara yekalîkirina xwe bidin, ji ber ku danûstandin û hilbijartin û ti tiştekî din li Iraqê nemaye.

Cafer Emînkî ji K24ê re ragihand ku baştirîn çareserî ji bo pirsgirêka kurdan a li Iraqê niha vekişandina kurdan ji proseya siyasî ya Iraqê ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin