Batman: Di nav kêfê de fêrî zimanê dayikê bûn

.

 Ji aliyê Şaredariya Batmanê ve çalakiya xebatgeha zarokan hat lidarxistin.

Di bernamê de zarok di nav kêf û lîstikan de bi zimanê dayikê fêrî lîstik û stranan bûn.

Çalakiya xebatgeha zarokan li Parka Şerzan Kurt ji aliyê Rêvebirê Karên Çand û Civakî ve pêk hat.

Zarokan bi boyaxkirin, muzîk û koroyê gelek kêliyên xweş derbas kirin.

Herwiha zarokan dewlemendiya zimanê Kurdî ji nêz ve dît û fêrî zimanê xwe bûn.

Zarokan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya xebatgeha zarokan a bi zimanê Kurdî da.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye