Arîf Qurbanî
Ev çend roj in projeyasaya vegerandina zevî û xaniyên desteserkirî li xwediyên wan li Parlamentoya Îraqê ye. Xwendina yekem û duyem lê hatiye kirin û roja 3yê Îlonê di bernameya kar de cih girtibû ji bo ku dengdan li ser bê kirin lê ji ber nerazîbûna fraksyonên Sunî ku dijî projeyasayê ne, herwisa ji ber ku fraksyonên Şîe jî di vê mijarê de piştevaniya Erebên Sunî dikin, nehiştin ew rûniştina parlamentoyê bê kirin û ne diyar e jî ger Kurd di paşerojê de zextan li wan zêde nekin, dê bihêlin bi heman naverokê li parlamentoyê derbas bibe yan na.
Li ser her tiştî nakok in, dijî Kurdan yek in!
Tiştê ku li vir girîng e û divê berî her tiştî bala me here ser û xwe di nav hêz û fraksyonên siyasî yên Erebên Îraqê de daye der, ruhê serdest ê Erebçîtiyê li ser pirsgirêk û nakokiyên ebedî yên Şîe û Suniyan li hemberî her mijar û babeteke têkildarî neteweya Kurd û erdnîgariya Kurdistanê ye, hemû pirsgirêk û nakokiyên xwe yên rêolî û siyasî didin aliyekî û bi hev re rûbirûyî Kurdan dibin.
Sunî û Şîe li ser bingehên ola Îslamê nakok in. Li ser dîrok û erdnîgariya Îslamê nakok in. Li ser awayê hikumdariya Îslamê û rêvebirina dewleta Îslamî nakok in, bi her awayî ji hev re di kemînê de ne. Hefsarê desthilatê ketibe destê kîjanî ji wan, hewl daye aliyê din qir bike. Di sedsala derbasbûyî de, tiştek nema ku desthilata Suniyên Ereb neanî serê Şîeyên Ereb. Di 20 salên borî de jî ku desthilat ket destê Şîeyan, bi zêdehî heyfa xwe ji Suniyan rakirin û vêga jî tevahiya navçeyên Sunî di bin kontrola komik û milîsên Şîe de dikin nalenal.
Her li nav vê parlamentoyê bi xwe jî serokê parlamentoyê ku para Erebên Sunî ye, Şîeyan ev post ji wan stand û rê nadin ku fraksyonên Sunî kesayetiyeke Sunî ji derveyî xeleka Şîeyan li ser kursiyê serokê parlamentoyê bidin rûnişkandin.
Lê gava li parlamentoyê babet û mijarek were gotûbêjkirin û têkildarî gelê Kurdistanê be, ev her du (dijminên ku bavên hev kuştine) diçin heman çeperê û dijî Kurdan dibin yek!
Dijî Kurdan ne Sunî û Şîe lê Ereb in!
Di tevahiya 20 salên borî yên temenê Îraqa nû de, ev dîmen gelek caran li dehan rawestgehan hatiye dubarekirin. Ev yekhelwestiya wan a vêga jî li hember projeyasaya vegerandina zevî û xaniyên desteserkirî, dê ne helwest û dîmena wan a bihevre ya dawî li dijî Kurdan be.
Çiqas nakokî û dijminatiyên navbera Sunî û Şîeyan kûrtir jî bibin, li hemberî Kurd û Kurdistanê, ew ne Şîe û Sune lê Ereb in.
Serpêhatiya vê mijarê bi serê xwe (Vegerandina zevî û xaniyên desteserkirî li xwediyên wan) şahida vê rastiya tal e ku her carê bi bafik û hincetekê vê mijarê beravêtî dikin. Di germ û guriya piştî ketina Sedam Hisên û di serdema hikumdariya Paul Bremer de, Encûmena Hikumdariyê biryar da ku hemû biryarên (Encûmena Serkirdatiya Şoreşê - Beis) betal bike. Tevahiya milk û erd û zeviyên ku di serdema Beisê de hatibûn desteserkirin, bi biryara (Encûmena Serkirdatiya Şoreşê - Beis)ê bû. Ango divabû wê demê ev maf li xwediyên wan bihata vegerandin, lê nekirin.
Paşê di serdema yekem gera Encûmena Niştimanî û nivîsandina yasaya demkî ya rêvebirina dewletê de heman sêlik hat şuxulandin. Piştre jî çend caran li parlamentoyê û Civata Wezîran, di bin nav û alên cuda de, heman biryar dihatin bipaşxistin û heta niha jî nehatine bicihanîn.
Divê mal û milkên Kurdên Feylî û Xirîstiyan li wan bên vegerandin
Sedema sereke ya mayîna vê pirsgirêkê li Îraqê ji ber Kurdan e. Her çiqas Sedam Hisên ne tenê dest danîbû ser zevî, mal û milkên Kurdan, tew li naverast û başûrê Îraqê jî Bexdaya paytext jî di nav de, mîna Kurdistanê, mal û milkên çend kom û kesayetiyên olî û siyasî hatibûn desteserkirin.
Lê piştî hilweşîna Sedêm, Şîeyan bi darê zorê mafên xwe bi zêdeyî jî vegerand. Tişta ku li Bexdayê maye, vegerandina mal û milkên Kurdên Feylî û Xirîstiyan e. Li navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêmê jî, tiştê ku hîn jî desteserkî maye, zevî û erdên çandiniyê û xaniyên Kurd û Tirkmenan in.
Tevî ku desthilata niha ya Bexdayê 180 pileyî berovajî desthilata berê ya Îraqê ye lê naxwaze di vê mijarê de biryarên Sedam betal bike ji ber ku rasterast girêdayî siyaseta Erebkirinê ne ku parçeyek ji stratejiya dewletê ye û kîjan alî ji wan desthilatê zeft bike dê vê siyaseta berdewam bike.
Tevahiya mal, milk, erd û zeviyên Kurdan ku li Bexda, Bedre û Cesanê hetanî Kerkûk û Deşta Nînowayê hatine desteserkirin, di çarçoveya siyaseta qirkirina etnîkî ya Kurdan de, bi Erebên ku di çarçoveya siyaseta Erebkirinê de anîne herêmê, hatine dayîn. An jî ji bo cihilkirina Kurdan û dûrkirina wan ji ax û warê wan, milkdariya zeviyên çandiniyê bi wezaretên neft, darayî û dezgeh û saziyên leşkerî yên Îraqê ve girêdan, loma ev mijar ji bo Ereban, çi Şîe bin çi Sune, mijareke stratejîk e.
Lê ya hêjayî li ber sekinînê ye, ew e ku Kurd bi heman girîngiya stratejîk li vê mijarê nanêrin. Tevî ku pêkan bû ji bo çareserkirina wê bi rêyên destûrî û qanûnî nexşerêyek bê dîtin lê ji ber ku desthilata serdest ku hegemonyaya wê li ser movik û saziyên dewletê heye û dijî çareserbûna van pirsgirêkan e, ne pêkan bû gav ber bi çareseriyê ve bên avêtin. Berevajî vê, di van 20 salên dawî de pirsgirêk aloztir û zêdetir bûn. Sedema wê jî ew e ku Kurdan ev mijar nekir pêşinkarê xwe li Bexdayê, heke na di gelek rawestgehên demboriyê de Kurdan jî karîbû vegerandina vî mafî li ser Ereban bikirina şert.
Nêzî salekê ye Kurd parlamentoya Îraqê bi rê ve dibin
Her çiqas dem êdî venagere lê divê em îbretan ji demboriyê wergirin. Nabe ji ber ku hemû firsendên rabirdûyê derbas bûn an jî hatin jidestdan û kes li ser wan nehat şermezarkirin, êdî em xemsar bin ku derfeteke din derket pêş, em jê biqerin ew jî ji dest here.
Ev gera Parlamentoya Îraqê dikare fena jinûve peydakirina derfeteke nû were dîtin ji bo destpêkirina gavên pratîk ber bi çareseriya milkdariyê ku ji bo Kurdan hema hema wekî proseya erebkirinê y e. Ez çima dibêjim ev gera Parlamentoya Îraqê?
Ji ber ku Kurd piraniya desteya serokatiya wê pêk tînin û ji ber nakokiya Sunî û Şîeyan, serokê wê yê Sunî hat dûrxistin û ev nêzî salekê ye her du cîgirên Kurd parlamentoyê birêve dibin. Cîgirê yekem Kurdekî Feylî yê ye û cîgirê duyem jî Kurdekî Sunî yê Kerkûkî ye.
Piraniya zevî û xaniyên desteserkirî jî li Bexdayê mal û milkên Kurdên Feylî ne û li navçeyên Kurdistanî jî piraniya wan li Kerkûkê ne. Loma, divê ev her du kesayetên Kurd ku Parlamentoya Îraqê birêve dibin, fêm bikin ku berpirsyariyeke wan a dîrokî heye ji bo ku ev derfet ji destê Kurdan dernekeve.
Berê jî çend caran hewl hatibûn dayîn ku projeyasayek pêşkêşî parlamentoyê bê kirin, lê hewldan bi ser neketibûn an jî ji destpêkê ve hatibûn beravêtîkirin lê vêga beşek ji proseya xwe ya qanûnî li parlamentoyê derbas kiriye, gaveke din jê re maye bibe yasa. Divê vê projeyasayê bikin pêşmercê karên xwe yan divê rê nedin derbasbûna ti projeyasayekê û parlementoyê ji kar bixin an jî divê vê projeyasayê derbas bikin.
Tevî ku fraksiyonên Kurdî di vê mijarê de li Bexdayê xwedî heman helwestê ne, divê li Kurdistanê jî hêzên siyasî piştevaniya her du cîgirên Kurd û fraksyonên Kurdî bikin. Lê cihê xebînet û dilgiraniyeke mezin e ku hêzên siyasî girîngiya vê mijarê û bikaranîna firsenda Bexdayê fêm nakin. Li şûnê, di vê hûrdema girîng û hestyar de hemû karîn û şiyanên xwe li ser şerê dijûnan di saziyên medyayê de li dijî hev seferber kirine!
Rûdaw