Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr ku li Îzmîrê hatibû desteserkirin, serbest hate berdan.
Osman Baydemir pişî ku bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) îfade da serbest hat berdan.
Osman Baydemîr xwestibû kiryarên 27ê Berfanbara 2015ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li hemberî cenazeyan hatî kirin protesto bike, piştre bi hêceta ku “yasaya xwepêşandan. meş û civînan binpê kiriye” doz li hemberî wî hatibû vekirin.
Parlamenterê Rihayê dê ji ber vê doze îfadeya xwe bide.
Biryar e Baydemîr îro (07.01.2018) seat 09.00ê bibi edliya Îzmîrê û dê bi rêya sîstema deng dîmen (SEGBÎS) îfadeyê bide.