Baydemir: Ku me nehiştibana Kerkûk bikeve Efrîn jî nediket

Wekîlê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir li paytexta Fransayê li Parîsê di konferansa bi navê “Piştî şerê IŞÎDê Kurdistan” de axivî. Di axaftina xwe got ku heke me nehiştibana Kerkûk bikeve, Efrîn jî nediket.

Baydemir wiha berdewam kir:

“Heke hûn bixwazin ku li Rojhilata Navîn şer û tundî bisekine, divê berî her tiştî hûn hemî maf û azadiya Kurdan bidin wan.”

Heke me nehiştibana ku ew karesat bi serê Şernex, Cizîr, Sûr û Nisêbînê de were, li Kerkûkê jî ew binketin çênedibû. Heke Kerkûk neketibana, Efrîn jî nediket. Wextê ku me ev sekinandibana, li Mehabadê, li Sinê, li Kirmaşanê nûnerên ciwanên Kurd nedihatin daleqandin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin