Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber pandemiyê pirtûkfiroş û weşanxaneyên Kurdî zêdetir berê xwe dane firotina ser internetê û êdî li ser online bazareke geş ya firotina pirtûkên Kurdî çêdibe.
Li gorî hin weşangerên Kurd, salên di navbera 2016 û 2019an de ji ber têkçûna proseya çareserî û rewşa awarte bazara berhem û pirtûkên bi Kurdî kêm bûbe jî di salên dawîn de bazara pirtûkên Kurdî dîsa geş dibe û xwe li ser qada dijîtal zêdetir dide nîşan. Pirtûkfiroşên li Stenbolê jî didin zanîn, pandemî bandorên neyînî dabe ser kar û xebatên wan jî ew bi firotina online pirtûkên Kurdî digihînin xwîneran.
Li bajarê Stenbolê ku derdora 5 milyon nifûsa Kurdan lê heye bazareke geş ya Kurdî heye. Tevî hemû qedexe, astengî û zor û zextên siyasî Stenbol ji sedsalî zêdetir e ji bo rojname, kovar, weşanxane û rewşenbîriya Kurdî bûye war û stargehek. Her çiqas bi têkçûna proseya aştî û çareseriyê li Tirkiye û bakur bazara berhem û pirtûkên bi Kurdî kêm bûbe jî di salên dawîn de bazara pirtûkên Kurdî dîsa geş dibe û xwe li ser mecrayên dijîtal jî dide nîşan.
Gerînendeyê giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevik dide zanîn ku, ji sala 2019an û vir ve tevî rewşa heyî ya xirab jî dîsa bazara çapkirina berhem û pirtûkên Kurdî geştir bûye.
Gerînendeyê Giştî yê Weşanên Nûbiharê Suleyman Çevik got: “Ji salên 1990-1991an vir ve ji 30 salî zêdetir e ku Kurd li Tirkiyê bi taybetî jî li Stenbolê kitêbên Kurdî yan jî kitêbên li ser Kurdan çap dikin. Li gor salên borî dema em miqayese dikin, kitêbên ku niha tên çapkirin him ji aliyê cure ve him jî bi kalîte kitêbên Kurdî gelek zêde bûne. Di 2-3 salên dawîn de, piçek leqandinek heye û xwendevan jî xwe ji rewşa xirab ya piştî têkçûna pêvajoya çareseriyê xilas dike. Ji loma jî niha rewş ji wê demê baştir e. Niha jî ji aliyê firotin û belavkirinê ve hin geşedan hene. Kitêbên Kurdî berê li pirtûkxaneyan dihatin firotin. Li her bajarî pirtûkxane hebûn, pirtûkxaneyên mezin û şirketên belavkirinê hebûn. Lê niha êdî li ser malperan firotina kitêban hatiye destpêkirin û gelek malper êdî kitêbên Kurdî difroşin û belav dikin. Êdî piranî kitêbên Kurdî li ser malperên kitêbfiroş û internetê têne firotin. Yê me jî wisa ye.”
Li Stenbolê yek ji pirtûkfiroşên Kurdî ku bi salên dirêj e pirtûk û kovarên Kurdî difroşe û li ser ziman, çand û hunerê çalakiyan lidar dixe Medya Kitabevî ye ango Pirtûkxaneya Medyayê ye. Xebatkara Medyayê Hayriye Taniş jî destnîşan dike ku ji ber pandemiyê her çiqas kar û xebatên wan hinekê rawestiyabe û çûnûhatina xwîneran kêm bûbe jî ew bi firotina online pirtûkan digihînin xwînerên xwe.
Xebatkara Pirtûkxaneya Medyayê Hayriye Taniş got: “Pêşiya vê nexweşiyê me hema bêje her rojê şemiya me rojên îmzeya nivîskarên xwe çêdikir. Rojên hevpeyvîn û hevdîtinan çêdibûn û pir xweş derbas dibûn. Mirov dihatin, diçûn û têkiliyan dideynandin.”
Hêj istatistika pirtûkên Kurdî ku di sala 2021an da hatine çapkirin nehatibe eşkerekirin jî, li Tirkiye û bakur salane derdora 300-350 pirtûkên bi Kurdî tên çapkirin. Li gorî hin çavkaniyan, di sala 2020an de 279 pirtûkên bi Kurdî hatine çapkirin. (Rûdaw)