Ji 11 bajarên Bakurê Kurdistanê serokên odeyên bazirganiyê li ber Deriyê Sînorî yê Nisêbîn û Qamişloyê civiyan û xwest derî demildest were vekirin.
Bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê û Nisêbîna Bakurê Kurdistanê bi têlbendan ji hev hatine veqetandin.
Her du navçe û bajarên serxet û binxetê tenê bi rêya Deriyê Sînorî digihiştin hev lê ji ber şerê li Sûriyeyê ji sala 2012an ve derî ji çûn û hatinê re girtî ye.
Ji 11 bajarên derdorê serokên odeyên bazirganiyê li ber derî civiyan û ew dixwazin êdî derî were vekirin û çûn û hatin asayî bibe.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Cizîrê Omer Faruk Yildirim got:
“Hikûmeta niha ku nû hatiye avakirin, hikûmeta navendî û HSD di gelek tiştan de li hev hatine.
Em hêvî dikin ku ev têkilî asayîtir bibin. Em her du yek milet in.
Ji xeynî wê ev derî ku bê vekirin dê fêdeyeke gelekî mezin bigihêje miletê me û bajarê me.”
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya ji Amedê hatiye û li deriyê sînorî bangî hikûmetê dike ku deriyê li ser sînor bê vekirin.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya anî ziman:
“Li cîhanê êdî tiştê herî biha lojîstîk e, veguhastin e.
Hûn kel û pelan çi qasî bi erzanî hilberînin jî heger hûn bixwazin van kel û pelan bifiroşin derveyî 200 kîlometreyan, lêçûnên we yên hilberînê dê ji lêçûnên veguhastinê qat bi qat erzantir bibin.
Yanî hûn dê nikaribin rikeberiyê bikin. Niha ev derî vebe ku em qala 200-300 kîlometreyan dikin, hûn dê potansiyeleke mezin a bazirganiyê bibînin.”
Hem serok û nûnerên karsazên Nisêbînê û hem jî yên bajarên din dibêjin derî nefesa bazirganiya Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye.
“Berê Nisêbîn navenda bazirganiyê bû”
Serokê Borsaya Nisêbînê Necdet Aktaş da zanîn:
“Em dixwazin ku deriyê me rojekê berî rojekê vebe û însanên me herine Sûriyeyê û însanên me herine Qamişloyê.
Me bêriya hev kiriye, em ehlê hev in ji xwe.
Wekî berê çûn û hatina me çêbibe, ji bajarên me heta Stenbolê dê di vî deriyî re hinarde were kirin.”
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Nisêbînê Mehsûm Ozmen jî got:
“Îro ev derî vebe ne tenê ji bo Nisêbînê ye, ji bo hemû Tirkiyeyê, ji bo Sûriyeyê ye.
Ji bo hemû Rojhilata Navîn e. Berê Nisêbîn navenda bazirganiyê bû.
Em îro jî dixwazin Nisêbîn dîsa bibe navenda bazirganiyê.
Heger ev derî vebe hemû bazirganên me yên mezin ku çûne bajarên Rojava (bajarên Tirkan) dê dîsa vegerin.”
Li gorî karsazan heger Deriyê Sînorî yê Nisêbînê vebe dê salane bi milyaran dolar hinarde were kirin.
Rûdaw