Bazirganiya neftê di navbera PYD û rêjîma Sûriyê de didome

 Tê gotin ku zêdebarî hebûna şer û pevçûnan, di navbera PYD, rêjîma Sûriyê û hêzên girêdayî Tirkiyê de bazirganiya neft û genim didome!

Çavkaniyekî haydar li Rojavayê Kurdistanê, ku nexwast navê wî were ragihandin, ji BasNewsê re got, çend roj berê bi dehan tankerên veguhestina neftê yên şîrketa Husam Qatirçî, ku nêzîkî rêjîma Beşar Esed e, derbasî deverên di bin destê PYDê de bûne da ku nefta Rojava veguhezin parzûngeha Himsê.

Wî jêderî her wiha got, ji bilî bazirganiya neftê, rêveberiya Rojava genim jî difroşe rêjîma Beşar Esed.

Bi gotina wî jêderê BasNewsê, bazirganiya neft û genim di navbera rêjîma Beşar Esed, PYD û hêzên girêdayî Tirkiyê de jî didome, zêdebarî hebûna şer û pevçûnan. Ne vîrusa Koronayê ne jî sizayên Amerîka pêşiya vê yekê negirtine.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes