Ji aliyê rêvebirên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ve bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku di nav 15 rojên borî de li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, her wiha li bajarên Tirkiye û Suriyeyê, wan alîkarî gihandine 179 hezar û 905 kesan.
Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, tîmên BCFê di 15 rojan de zêdetirî 84 hezar danên xwarinên germ, 43 hezar betanî, doşek û balgîf, 45 hezar set ava vexwarinê, 19 hezar pakêtên xwarinê, 20 hezar xwarinên fast food, 6 hezar çil û berg, 3215 kon, 8 hezar qutiyên şîr, 4 hezar test û alavên dermankirinê, 9 hezar sobe û pêwîstiyên ku ji bo zarokên mexdûr hewce ne, gihandine ber destên mexdûran.
Her wiha hat eşkerekirin ku tevahiya alîkariyên ku li herêmên erdhejan hatine belavkirin, ji bo 35 hezar û 440 kesên li Dîlokê, 23 hezar û 445 kesên li Samsunê, 9 hezar û 70 kesên li Rihayê, 9 hezar kesên li Edeneyê, 44 hezar û 580 kesên li Mereşê, 29 hezar kesên li Diyarbekirê, 22 hezar û 656 kesan li Efrînê alîkarî hatiye dayîn.
Piştî roja erdhejan ên navenda wan li Mereşê çûn, bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezirîner a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mesrûr Barzanî, tîmên hawarçûnê û karwanên hawarçûnê ji bo alîkariyê bigihînin mexdûrên erdhejan, berê xwe dabûn herêmên erdhejê û piştî bidawîbûna erka xwe ya mirovî, vegeriyabûn Herêma Kurdistanê.