Bê dengî û bê helwestî derî ji xerabîyê re vedike!

Cano Amedî

Cano Amedî

Nêrîn û şîrove kirina jiyanê li gorî sekin û xwendina mirov tê guhertin. Cîh û dîtin rê li ber raman û xwendinê geş dike.

Pirî caran kelecanî û bawermendiya tûj û teng mirov di nav du dîwarên dijwarde asê dike û ji hawirdor dûr dixe.

Manîpulasyon, derew, buxtan, propagandayên reş, fesadî, tawanbariya bê bingeh û rûreşîya xirabiyê, hêz û qeweta xwe ji bêdengî û bê helwestîya hawirdorê digire. Hawirdor çiqasî xwe li kerrî, korî û lalbûnê bigire wê lîstoka sê meymûna ewqasî bi "qîmet" bibe!

Pirî caran ji ber sedemên bêdengî û bê helwestîya giştî, giranîya civatê dikin şirîkê xwe. Kirasê xwe yên rûreşîyê bi destê xulam û xwelîserên ber derîyan li hev dirêsînin.

Kî çi dibêje bila bêje, lê divê li hemberî buxtan û xirabiyê bedeng nemîne. Bê dengî pejirandine. Piştgirî û hevalbendîya bidizîye...

Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, yên grûbî an jî yên civakî kirasê xirabiyê li xwe kirin bêxîretîye. Bê dengî û bê xîretî, demsalên xirabiyê û xirab kirinê xurt dike.

Li seranserê cîhanê qeyranek siyasi, civakî û aborî heye. Roj bi roj ew qeyran kûr dibe û rê li ber hewldanên nû vedike. Em baş dizanin demsalên qeyranan, rê li ber derfet û îmkanên nû vedike.

Milletê kurd, bi sed salane ji wan derfet û îmkanên nû bêpar maye. Ji ber ku ji rexistinî û vîzyonek netewî bêpar bûye, di demsalên derbasbûyî de nikaribûye li "hespê felekê" suwar bibe.

Her dem ji bo "biratîya derewîn" pewîstî û berjewendîyên xwe yên netewî ji bîr kirîye. Ew benîştê ji aliyê dagirkeran ve dibin navê "biratiyê" de hatîye belav kirin, îro jî xwedî bandore û desthilatdar e!

Em bixwazin an nexwazin, li hawirdorê welatê me, dengê pêlên ba û bahozên civakî,siyasî û darê zorê tê. Gelo em çiqasî amadene ku destkeftiyên xwe yên hene biparêzin û yên nû lê zêde bikin?

Lê mixabin rewşa xuya dike, ne pîr û pak e! Dewletên dagirker li gorî lihevhatin û peymana Sadabadê tevdigerin û stratejiyên xwe nûjen dikin. Bi destê kurmê darê dixwazin destkeftiyên hene ji holê rakin. Cardin weke keftaran dixwazin axa Kurdistanê di nav xwe de parve bikin.

Êdî miletê Kurd wan politikayên talan û qirkirinê baş dizane, xwedî tecrube û dîrokek bi xwîne! Êş û birînên xwe tu carî ji bîr nekirîye û nake jî. Her çiqas kurmên darê di taqên tarî de, di şikeft û kozikên rûreşiyê de agirê dijberîyê geş dikin jî, em bawerin milletê kurd wê rê nede wan xêrnexwazan ku sîyaseta dagirkeriyê û dagirkeran bi ser bikeve.

Li destkeftiyên hene xwedî derketin, parastin û helwest girtin erkê netewî ye. Li hemû beşên Kurdistanê divê bi sîyasetek stratejîk û netewî, berjewendiyên milletê Kurdistanê parastin erkê welatparêzîyê ye.

Li statu, parlemento û hukumeta Kurdistanê xwedî derketin erkê her kurdekî Welatparêz û niştimanperwer e!

Cano AMEDÎ