Li vê cihana em bi êş û elem, bi kêf û şahî li ser erda wê dijîn, ji ber bêdewletbûnê em kurd xwe tim weke kesên stûxwar, reben û sêwî dibînin. Ji ber ku ji bêdewletbûnê zortir, xerabtir û nebaştir ti tiştek tune,lewra em weke kurd jî di warê nefsî bi awayekî xerab dijîn. Her wiha bêdewletî bê rûmetî ye jî...
Ji ber ku dewlet bavê hemî xelkê xwe ye. Xwedîtiyê li wan dike, heqê wan diparêze, dema neheqiyeke li xelkê wî tê, wan diparêze. Ji ber vê ye ku ew kesên xwedî dewlet tim dizanin ne pê pişt in dizanin ku yên xwedîtîyê lê bike heye.
Dewlet tim jî rol û erka bavtiyê lîstiye û dilîze. Ji roja dagirkeran welatê me perçe kirine û heta niha jî em kurd weke kesên sêwî dijîn. Kesên sêwî jî bê xwedî ne. Kesên bê xwedî jî tim dibin hedef û armanca êrîşên hovane.
Carna ev bêdewletî hingê mirov diêşîne ku qet behs nekin û nebêjin. Bê dewletî carna zorê dide mirov ku me re dixwaze hema bi hemî hêz û qaweta xwe êrîşî dagirkeran bike.
Bê dewletî weke kesên bêbav dijîn e. Kesên bêbav çi dema hevalekî xwe li ba bavî wî/ê dibîne, bi zora wî/ê dihare, giriyê wan tê. Bi wan keserên bêbavtiyê di hundirê xwe de tim digirîn.
Heger hin bixwazin bê bavtî hîseke çawa ye, kesên bê bav çawa dijîn û jiyanin, binasin, divê herin devera Barzan ku wan zarokên bavên wan hatibûn enfalkirin bibîne, bi wan re sohbet bikin da ku baş fêr bibim bê tunebûna bavê tê çi wateyê.
Niha rewşa me kurdan jî weha ye. Em jî bê bav in û tim di wê hesretê dene. Hesreta bê bavtiyê û jiyana bê bavtî çi ye, çawa ye, mirov li bi taybetî di hin rojên taybet de bêtir pê dihese. Weke:
Niha li Rusyayê musabeqeya tîmên fotbolê yên nav dewletî heye û hema bêjin em hemî her roj lê temeşa dikin. Di vê temaşe xwe de em dibînin ku bê qîmet û rûmeta dewletê çiqasî heye. Em dibînin ku gelek dewletên ribekî (çarîk) kurdan û Kurdistanê jî nayên lê di qada navneteweyî de weke dewlet erk û rola xwe dilîzê.
Xelkê wê dewletê, xwe bi ala xwe, bi rengên welatê xwe, bi xweşî û hêjayiya gelê xwe dixemilînin, bi deng û awazên xwe piştgiriya tîpa fotbola xwe dikin. Berî destpêkirina her tîpan jî sirûda wan ya neteweyî tê xwendinê.
Vana tesîrî meriv jî dike û mirov pê diêşe û ji xwe re dibêje; ´Ma çima deweleteke me jî tune ye´.Aha di temaşa lîstika fotbola navneteweyî de, hîsa bêdewletbûnê bêtir bi mirov re peyde dibe.
Ji ber bê dewletbûna me, em kî li kîjan welatî bin, em kîjan bû bûn hemwelatiyê kîjan welatî em wê weke dewleta xwe dibînin û parastina wê dikin ango piştgiriya xwe rê didin. Bi piştgirîyê jî em carna weke kurd tenê hemberî hev. Ji ber ku em her yek ji me li welatê em lê ne diparêzin û dema ew welatana têne hemberî hev, em jî ji bona piştgiriya welatê xwe ê dudan weke kurd têne hemberî hev.
Heger dewleteleke me jî heba, wê gavê me yê weke kurd tenê tîpa fotbola xwe ango ya gelê xwe biparastana. Wê sirûda kurdî di qada navneteweyî de bihata xwendin. Wê ala kurdistanê li hemî holên (saha) fotbolê bihatana bilindkirin û dîtin. Bi vê jî wê kurd li seran serê cîhanê weke kurd bihatana nasîn û zanîn.
Ji ber vê kêmaniyê ez her ku li maçan temaşe dikim, him ev yeka xweşa min dihare, kêf û zewqeqê jê digirim û him jî ji ber bê dewletbûna kurdan û tûnebûna tîpeke kurdistanê jî xemgîn dibim, diêşim û carnan jî hêsirên min diherikin.