Behmen Qûbadî doz li BKMyê vekir

.

Derhêner Behmen Qûbadî ji ber ku bêyî destûra wî fîlma “Rhino Season/Gergedan Mevsîmî/Demsala Kerkedanan” bi platformeke fîlman hatiye firotin doz li Navenda Çandê ya Beşîktaşê (BKM) vekir.

Derhêner û lîstikvan Yilmaz Erdogan yek ji şirîkên BKMyê ye.

Behmen Qûbadiyê ji Rojhilatê Kurdistanê derhêner û xwediyê mafên fîlma “Rhino Season/Gergedan Mevsîmî/Demsala Kerkedanan” e.

Di fîlmê de stêrka navdar a Îtalyayê Monica Bellucci, Yilmaz Erdogan, Beren Saat, Belçim Bilgin û Caner Cîndoruk wekî lîstikvan cih girt.

Fîlma “Rhino Season/Gergedan Mevsîmî/Demsala Kerkedanan”ku ji aliyê derhênerê Kurd Behmen Qûbadî ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê hatiye kirin sala 2012an derketibû pêşberî temaşevanan.

Wêne: Belçim Bilgin, Behmen Qûbadî, Monica Bellucci û Arash

Piştî salan kompanyaya çêker BKMyê fîlm firot platformeke weşana dîjîtal a fîlman.

Piştî vê yekê Behmen Qûbadî serî li dadgehê da û li dijî BKMyê doz vekir.

Qûbadî diyar kir ku sala 2011ê wî bi BKMyê re peyman îmze kiriye û sala 2012an peyman hatiye nûkirin.

Qûbadî bal kişand ser wê yekê ku kompanyayê berovajî şertên peymanê fîlm firotiye platformeke ku li 190 welatan weşanê dike.

Qûbadî îdia kir ku fîlm bê destûr hatiye belavkirin û daxwaza tazmînata madî û manewî kir.

Li gorî nûçeya Armagan Yilmaza ji rojnameya Sabahê, dadgehê biryar da ku BKMya ku peyman binpê kiriye, 40 hezar lîreyên Tirkî tazmînata manewî bide Behmed Qûbadî.

Kurdistan Haberleri

Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye
Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin